Bi armanca peydakirina kar ji bo jinan li herêma Kobanê Yekîtiya Star bi beşdariya gelek jinan yekem kargeha dirûnê bi merasîmê vekirin. Merasîm bi vekirinê destpê kir. Piştre endama Yekîtiya Star Roza Tolhildan axivî û da zanîn ku jin dikare xwe birêve bibe û wiha got: " Jin dikarin xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin bikin. Di dîrokê de jinan ev yek îsbat kirine. Ji ber vê yekê jin dikare xwe di milê aborî de jî birêve bibe." Tolhildan da zanîn ku jina Kurd îro ji her demê bêtir amade ye ku sîstema xwe ya aborî saz bike û wiha pê de çû: "Em îro wek jinên Kobanê amadene ku aboriya xwe pêşbixin û ev wê ne pirojeya me ya yekem be. Emê di rojên pêş de pirojeyên din jî amade bikin û birêvebibin."
Di merasîmê de hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî jî axivî û vekirina kargehga dirûnê li jinan pîroz kir û wiha got: "Jin êdî li mafên xwe digerin. Li vî cihê kar jin pirojeyên xwe yên avakirina sazî û rêxistinên xwe didomîne û ev sazî bi tevlîbûna jinan wê pêşbikeve."
Rêvebera kargehê Fatma Galo jî axivî û spasiya li her kesê ku pişgirtiya wan kir. Galo bang li jinên koçber bûne kir ku vegerin welatê xwe û tevlî xebatê bibin.
Di dawiya merasîmê de deriyê kargehê ji aliyê Şîlan Ehmed û Fatma Galo hate vekririn.
ANHA/KOBANÊ