Li gundê Koço yê Şengalê ji bo 300 kesên di qirkirina Şenalê de hatibûn kuştin goristanek tê çêkirin. Ji bo vê xebat li Koço destpê kir. Rêxistina Pêşvebirina Gundê Koço û Tîma Nîştîmanî ya Gorên Komî ya ser bi Hikûmeta Iraqê tevî kesên wan di qirkirinê de hatin kuştin dest bi çêkirina goristanek teybet kirin.
Wê li goristanê cenazeyên 300 kesan ku ji gorên komî hatine derxistin werin veşartin. Niha Tiba Edlî ya Bexda ji bo diyarkirina nasnameyan lêkolîna dikin.
Biryare ku heta 15’ê Tebaxê ango salvegera komkujiya gundê Koço goristan temam bibe û cenaze têde werin veşartin.
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de piştî ku pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê vekişiyan, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û li serê xelkê Şengalê ferman pêk anîn. Di fermanê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok jî dîl hatin girtin. Herwiha bi deh hezaran jî koçber bûn.
ROJNEWS/ŞENGAL