
Ciwanê bi navê Philippos Sîpano ê bav Kurd dê Elman bi muzîka Kurdî re û bi enstrumantalên cûr bi cûr re elaqedar e; wî komeke bi navê Les étoiles de Botan (Stêrkên Botanê) li gel hevalên xwe ava kiriye. Endamên komê dibêjin, her warê jiyanê ji bo meydana muzîkê ye.
Ciwanê Kurd Philippos Sîpanos ji alîyê dayikê ve Elman û ji alîyê bav ve Kurd e û stanên gelerî bi rîtma ‘groove’ distrîne û heta niha bi neh hevalên xwe re li ser dikan, li sûk û kolanên bajarê Elmanyayê Frankfurt am Mainê hunera xwe peşkeş dike. Em bi Sîpano û hevalên wî yên ji neteweyên cihê re, li ser muzîk û rîtmen Kurdî û têkiliya vê bi muzîkên din re axivîn.
Philippos Sîpano, yê ku ji zarokatîya xwe ve aşiqê muzîka Kurdî ye, dibêje, bi xêra bavê xwe ti cara têkiliya wî bi Kurdî û muzîka Kurdî re qut nebûye.
Koma Les étoiles de Botan (Stêrkên Botanê) bi her awayî ji rîtmên Kurdî heta bi rîtmên Efrîkî û Emerîkaya Latîn bi kar tîne û tiştên nû diceribînin, heta bi xwe jî enstrumantan çêdikin.
Konsera pêşî
Koma Les étoiles de Botan konsera xwe ya pêşî, 29’ê Tîrmeha 2016´an di konê Festivala Sommerwerftê de da ku her sal li Frankfurtê çêdibe.
Sîpano li ser vê konsera xwe ya ewilî dibêje, di vê konserê de nûka ew bi xwe hesîyane ku ew gihiştine asta wisa ku êdî dikarin bi serê xwe tenê konseran jî bidin.
Sîpano dengbêjê Koma Les étoiles de Botan e. Li gel heşt hevalên xwe yê bi gelek enstrumanê di tevahîyê cîhanê de tên bikaranin wek erbane, kontrabas, bilûr, dahol û zirnê û hwd. li sûk û kolanên bajarê Frankfurtê dengê xwe rasterast digihînin guhdar û muzîkhezan.
Çawa dest bi lêdana enstrumanan û muzîkê kirin
Sîpano wiha li pirsa, we kengî dest bi muzîkê kir, vegerand: “Ez hê zarok bûm û teybeke me hebû, gelek albûmên dayika min ê hûnermendên popê hebûn û wê dixwest ez guhdariya wan bikim. Lê belê kasetên bavê min ên wek Koma Berxwedan û Şivan Perwer jî hebûn. Min herî zêde guhê xwe dida van kasetan. Ji ber ku min bi wan kasetan deng û rîtmên azadiyê dibihîstin.”
Bi xwe jî enstruman çêdikin
Endamê komê û hevalê Sîpano ê zarokatiyê Marc ê ku xwendekarê Zaningeha Muzîkê ye, bi xwe jî enstrumanan çêdike. Enstrumaneke weke kontrabasê bi nîv bîdoneke avê çêkiriye û bilûreke ji xortima avê çekirîyê û dengekî xweş û hima bibêje weke bilûreke şivanên Kurdistanê jê tê.
Kengî albûm heye?
Li ser pirsa ka ew ê kengî albûmekê derxin, ew tevde dikenin û dibêjin, wan beriya pênc salan li nava sûken bajarê Elmanyayê Frankfurtê dest bi muzîkê kiriye û ew hêdî hêdî pê hisiyane ku her car bêhtir mirov li dora wan kom dibin û heta li ber muzîka wan direqisîn jî. Philippos Sîpano wiha dewam dike: “Ev tişt jî kêfxweşiyeke mezin dide me, ji ber ku em dikarin rasterast muzîkê pêşkeşî mirovan bikin bêyî pere yan jî xwe bixin nava bazara muzîkê.”
Rasthatina tesadûfî
Sîpano û Marc piştî zarokayetiyê bi gelek salan, bi tesadûfî li ber çemê Mainê hevdu dîsa dibînin û berê xwe didinê ku di destê wan herdûyan de enstruman hene. Ji wir pê ve ew gişt ji bo muzîkê digihin hev û hedî hedî koma xwe bi entrumentanên din jî mezin dikin. Ew niha neh kes in ku bi hevre bi awayekî bedew stranên gelerî yên Kurdî yên wek ‘Ez Xelef im’, ‘Çûme Cizîrê’ û ‘De bilûr’ diqulibînin rîtmeke nêzî ‘groove’ û heta bibêje ‘jazz’ û ‘soul’ê. Lê ji xeynî wan enstrumanan, ya herî xweş ew dengê Philippos Sîpono bi xwe ye; dengek welê bedew û xweş heta îro min belkî nebihîstibe.
Herî dawî em pirsa kêfa we bêhtir ji kîjan muzîkjenan tê, dikin û Sîpano wiha bersiva me dide: “Achmed Mooge ê ji Somalî, Fela Kutî ê ji Nîjerya, komekê Perûyî ya bi navê Chicha Libre, Ciwan Haco û gelek stranbêjên dawetan ên bê nav ku di bin ezmanekî azad de stranên xwe bi kêfxweşî pêşkeşî mêvanên xwe dikin.”
Endamên ,Les étoiles de Botan’ kî ne:
Philippos Sîpanos: Stranbêj,
Gîtar, Tenbûr
Marc: Kontrabas
Kian: Erbane/Def
Maharis: Piyano, org,
Kenny (bavê Maharis e): Dahol
û Dimbis
Elî Togoyî: Bi zimanê Fransî rap
Elî Qamişlî: Stranbêj, Baglama,
Derbûqê
Edû: Perkusyon
Rûben: Kemançe
Geronimo Dehler: Perkusyon
RÊNAS BARAN/FRANKFURT