
Çalakiyê roja şemiyê piştî nîvrojê li meydana Deutzer Werft destpê kir. Sloganên li meydanê deng vedayî jî “Erdogan ê kujer wê hesab bide”, “Erdogan ê terorîst”, „Li dijî faşîzmê mil bi mil ve”, “Bijî Serok Apo” û “HDP gel e, gel rabûye ser piyan“bûn.
Piştî axaftina komîteya amadekar, li ser navê sendîkaya çapemeniyê ya Elman, Frank Uberal peyivî.
‘Mafê mirovan nabin qurbanê ti tişta din’
Uberal got ew ji bo piştgiriya rojnamevanên girtî li meydanê ye û got, nabe ku “Mafê mirovan bibin qurbana ti tişata din.” Uberal wekî din got, nabe ku mirov li dijî van êrişên li dijî zanyar û rojnamevanan ên li Tirkiyeyê bêdeng bimîne.
Paşê parlemantera Die Linke Sevim Dağdelen peyivî û got, “Em li dijî dîktatoriya Îslamî ya Erdogan îro li vir civiyan. Em ne tenê li dijî Erdogan in, em li dijî hikûmeta Elman a li Berlînê ne jî ku piştgiriya Erdogan dike.” Dagdelen îşaret bi şerê li dijî gelê Kurd kir ku di nava salekê de tê de bi hezaran Kurd hatin qetilkirin û xwest ku hikûmeta Elman derhal „hevkariya xwe ya sûc a bi Tirkiyeyê re” bi dawî bîne.
‘Em AKP û Erdogan bavêjin sergoya dîrokê’
Li ser navê AABF´yê jî serokê giştî Huseyin Mat got, “Dema em vê em vban meydanan dadigirin, em ne tenê protesto dikin, armanca me ew e ku em AKP û Erdogan biavêjin sergoyê dîrokê, pê re jî em vîna gelên ji demokrasiyê û ji azadiyê bawer dikin, bikin desthilat.”
‘Hewasa wan wê di ber wan de bimîne’
Paşê jî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle peyivî û got, “Hîna nû 370 komele girtin. Ev komeleyên Elewî û Kurdan in. Her kesê demokrat digire. Lewma dixwaze serî li wan bitewîne. Lê belê ev daxwaza wan wê di ber wan de bimîne. Em ê li Tirkiyeyê û li her devera dinyayê faşîzma AKP´ê biavêjin sergoyê dîrokê.”
KOLN