
Li Gundê Ûgurca yê Bajaroka Awiskê yê Êlihê, 25 malbatên Êzîdî yên li kampê di konan de dijîn, ji ber sar û seqemiya zivistanê rastî gelek prisgirêkan tên. Li gel vê, tu ewlehiya kampê jî tune ye. Li aliy^´din Koçberên Êzîdî ku nêzî 3 sal in li kampa Şaredariya Yenîşehîrê dimînin bi tayînkirina qeyûm ve li kampên AFAD’ê tên bicihkirin.
25 malbatên Êzîdî yên di 26’ê tebaxa 2016’an de li Gundê Ûgûrca yê Bajaroka Awiskê li konan hatin bicihkirin, di sar û seqemiyeke 10 derece di biniya sifirê de dijîn. Êzîdiyên ku beriya zivistanê ji bo konteyneran serî li Walîtiya Êlihê dan, hîn jî bersiva wan nehatiye dayîn. Êzîdiyan diyar kir ku, ji ber kon sar in, ew her tim êzingan dişewitînin û ji ber vê ew bi tengasiya êzingan re jî rû bi rû ne û ji rewşa xwe bi gazinc in. Li qada kon lê ne, ji bilî têleke rêsayî ya çirtovirto tu tevdîreke ewlehiyê tune ye. Welatiyên ji ber qilqaliyê navm xwe nedan anîn ziman ku, wan gelek caran pirsgirêk ragihandine rayedaran, lê tu tevdîr nehatine girtin. Li cihên kon lê ne, ne qenalîzasyon ne jî binavayî tu tiştek tune ye. Welatiyan elektrîka li konan jî bi pereyê xwe kişandine. Ji ber li her konî sobeyên ceryanê hene, gelek caran trafo teqiyaye. Ji ber elektrîk bi awyaekî ji rêzê hatiye kişandin, ev jî tirsa şewatê li welatiyan peyda kiriye.
Komeleyeke alîkariyê bike nema
Niştecihan diyar kir ku, di demeke nêz de wê pirsgirêka wan î zexîreyî jî xwe bide der û ragihandin ku, berê gelek komele û şaredarî alîkariya wan dikir, lê belê niha hemû alîkariyên ji bo wan dihatin kirin hatine qutkirin. Herî dawî Komeleya Piştevaniya Jiyanê her meh 62 TL alîkariya malbatan dikir û ji ber pêşnûma bi dawî bû, ev alîkarî jî êdî nayê kirin.
Wan dibin kampên AFAD’ê
Welatiyên Êzîdî yên ku nêzî 3 sal in li kampa Şaredariya Yenîşehîrê dimînin bi tayînkirina qeyûm ve li kampên AFAD’ê tên bicihkirin. Têkîldarî vê yekê parlamentera HDP’ê Feleknas Uca pirsname da Meclîsê. Li kampê berê xebatkarên şaredariyê bi Êzîdiyan ve eleqedar dibûn û pêdiviyên wan bi cih dianîn, bi tayînkirina qeyûm ve ev xebatkar paşve hatin kişandin. Hate hînbûn ku qeyûm di heman demê de bûye serokê Kampa Fîdanlikê û herî dawî jî hat hînbûn ku xebatkarên AFAD’ê anîne kampê.
ÊLIH / AMED