Meclîsên gel ên li bajarên Elmanyayê Giessen, Koblenz, Bodensee, Hagen, Oldenbourg kongreyên xwe pêk anîn. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç ê li Strabourgê di greva birçîbûnê de, bi rêya telefonê ji beşdarên kongreya li Koblenzê re axivî û li ser greva birçîbûnê agahî dan.
Koblenz: Meclîsa Gel a Demokratîk a li bajarê Koblenzê, kongreya xwe ya 3´yan li dar xist. Kongre bi beşdariya 120 delegeyî pêk hat û Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ê li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî. Koç bal kişand ser girîngiya kongreyê û hesasiyeta demê.
Koç li ser grevên birçîbûnê got, "Divê em teqez li ber faşîzmê rabin. Ev demeke dirêj e ku me bedena xwe danî holê û hewl da rê nedin faşîzmê. Çi qasî dewam dike bila dewam bike. Heger her mirovê me, welatparêz û dostên me bi hişmendiya berpirsyariyê li gel me bi wezîfeyên xwe rabin, em ê hingî bi ser kevin. Hêvîdar im bêyî ku bûyerên bi êşa xwe giran rû bidin, em bi hev re, bi hêza xwe û tevlîbûna her kesî bigihêjin armanca xwe." Di dawiya kongreyê de rêveberiya ji 21 kesî hate hilbijartin. Zeynep Irmak û Nûrettîn Eraslan jî ji bo hevserokatiya meclîsê hatin hilbijartin.
Giessen: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Giessenê jî kongreya xwe ya 9'an pêk anî. Kurdistaniyên li Giessen û bajarên derdorê beşdarî kongreyê bûn. Rojhat Dersim li kongreyê axivî, bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk û got, "Barekî giran dikeve ser milê me. Divê em bersivê bidin pêvajoyê." Hediye Acar û Abdulvahap Alper ji bo Hevserokatiya NCDK a Giessenê hatin hilbijartin.
Bodensee: Kongreya li Bodensee ya li başûrê Elmanyayê, li komeleya Kurd pêk hat. Siyasetvan Arîf Engîzek li kongreyê axivî û got, grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li her derê belav bûyî, çalakiyeke bi tesîr e. Di dawiya kongreyê de Fatoş Elbîstan û Mûstafa Pazarcik bûn hevserokê NCDK a Bodensee.
Hagen: Li bajarê Hagenê Meclîsa Gel kongreya xwe pêk anî. Qisekeran bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdê.
Oldenburg: Li herêma Aurich a Oldenburgê, Meclîsa Jinê ya Zelal kongreya xwe ya 4'an pêk anî. Kurdistaniyên li Oldenburg û derdora Aurichê beşdar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN