
Ji bo pirsgirêkên di nav bera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de çareser bibin, hefteya borî li Bexdayê bi tevlîbûna her du aliyan civînek hatibû li dar xistin. Civîna duyemîn jî doh li Hewlêrê pêk hat. Çav li rê ye ku her du alî ji bo çareseriyê hevpeymanekî mor bikin.
Parlamenterê Kurd yê parlamena Iraqê Dr. Mehmûd Osman der barê mijarê de ji ANF´ê re axivî û diyar kir ku pirsgirêk ne tenê bicîhkirina hêzên peşmerge ye. Mehmûd Osman pirsgirêkên niha di navbera her du rêveberiyan de hene wiha rêz kir; Sînorê Herêma Kurdistanê ku divê li gorî xala 140 were diyarkirin, pirsgirêka Kerkûkê jî dikeve nav vê, hêzên pêşmerge wê girêdayî ku derê bin û parvekirina hatinên Kurdistanê wê çawa bin? Li gorî Osman, ev hemû jî ne pirsgirêkên dijwar in û dikarin bên çareserkirin.
Çareserî mimkun e
Osman diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, ji ber nebûna diyalogê rû didin û her du aliyan jî rexne kir. Parlamenterê Kurd destnîşan kir ku her du alî jî, ji vê rewşê berpirsyar in û wiha axivî: "Di vê pirsgirêkê de bê guman para hikûmeta Malikî zêde ye, ji ber ku yê herî desthilatdar ew in. Herwiha rêveberiya Kurd jî ev çend sal e xemsar e û di nava demê de alozî kûrtir bûn. Di sala 2012'an de di navbera her du aliyan de tu hevdîtin çênebûn. Ez hêvidar im di sala 2013'an ev rewş bê guhertin, her du alî divê pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Mesele ne eskerî ye, mesele siyasî ye û divê siyasetmedar çareser bikin.
Di vê rewşê de helwestên Malikî yên negatif jî hene. Malikî bi hevkirina Kurd, Sunnî û Şiîyan hate ser text, lê niha, komên Şiî jî di nav de, herkes jê ne razî ye. Mirov nikare bêje; ew serokwezîrekî serkeftî ye. Herwiha helwesta Dewletên Yekbûyî yê Amerîka jî xirab e. Ew hê li Iraqê bûn, ev pirsgirêk hebûn, lê xemsar man."
Divê derî li Rojava neye girtin
Osman, girtina deriyê sînor ê Rojavayê Kurdistanê jî rexne kir û ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku deriyên sînor veke. Osman, diyar kir mafê tu kesî tune ye vî deriyî bigire û wiha axivî: "Dema gelê Başûr ji zilma Saddam reviyan û xwe avêtên sînorên ciranan, ne Tirkiye, ne Îran û ne jî Sûriyeyê deriyê xwe girtibû. Dema ku dewletên ciran tiştekî wisa nekiribin, naxwe çawa Kurd li Kurdan derî girtin? Kurdên Sûriyeyê jî divê yekîtiya xwe xûrt bikin, daku bikaribin mafên xwe werbigrin.
Erdogan çareseriyê naxwaze
Siyasetmedarê xwedî ezmûn Mehmûd Osman, li ser nêzikatiya hikûmeta AKP'ê û niqaşên derbarê hewldanên çareseriya Kurd jî wiha axivî: "Divê em ji bîr nekin hikûmeta Tirk dijberê Kurd e û ji bo çareseriyê niyeta Erdogan jî tune ye. Tiştê dibêje tev xapinok in. Dibêjin 'Bila PKK dev ji çek berde û derkeve'. Heya çareserî çênebe, tiştekî wisa divê qet nebe."
PERWER YAŞ / ANF/BERLÎN