Di salona kongreyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankratên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me rûmeta me ye" hatin daliqandin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Mêrsînê Aslan Yaşar di kongreyê de axivî û balkişand ser zextên li ser Kurd. Yaşar, diyar kir ku polîtîkayên dewletê yên pişavtinê têk çûne û bi salan kurd hatin înkarkirin û tûnekirin. Piştî axaftinê rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartina yek lîsteyê de Serdar Karakeçî, Fîkrî Guneş, Cansu Karataş, Pelîn Ergen û Bozan Kiran ji rêveberiya KURDÎ-DER'a Mêrsînê re hatin hilbijartin.
MÊRSÎN