
Navenda Giştî ya Komeleya Pêşvebirin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER), li ser hin pêdiviyên zimanê kurdî di 25'ê Gelawêja 2006'an de li Amedê bi destûra Wezareta Karên Hundirîn ve bi awayekî fermî hat damezirandin. Piştî damezirandinê diviyabû ku lijneya avakar di nav 6 mehan de kongreya xwe pêk bianiya, li ser vê yekê di 14'ê Rêbendana 2007'an de Kogreya Asayî pêk hat. Ji Kongreyê 1'emîn a Asayî û bi vir ve li 27 bajar û navçeyan xwe bi rêxistin kir û 27 şaxên xwe damezirand.
Armanca Kurdî Der'ê bi qursan ne hînkirina zimanê kurdî ye. Wekî saziyên zimanan bi zanistî li ser zimanê kurdî pêşvebirin û lêkolîn e. Li ser pirsên alfabe, axaftin, nivîsîn, vegotin, peyv, têgihên rêzimanî, rastnivîs, etîmolojî, wergerên zanistiyên pozîtîf û hwd. bi xebatên atolyeyan zelalkirin e. Ji bilî van xebatan komeleya me li gorî rewşa civakê bi saziyên demokratîk re jî di nav hin kar û xebatên hevpar de ye. Bi giştî ji bo hişmendiya kurdî bi pêş bikeve kar û xebat dimeşîne. Di xebatên hîndekariya zimên de Navenda Kurdî Der'ê serdem bi serdem xebatên xwe yên atolyeyê zêde dike. Her çiqas xebatên zimên bi atolyeyan hatibin sînorkirin jî hezkirin û xwedîderketina zimên sînoran nas nake û ev xwedîlêderketin pêl bi pêl belav dibe.
Ji damezirandina Navenda Kurdî Der'a Amedê û bi vir ve bi giştî 150 atolye hatine lidarxistin. Di van atolyeyan de 4155 kes hatine perwerdekirin. Di pêvajoya dawîn de ji ber ku girîngî û pêdiviya zimên hîn zêdetir xwe dide der, di serdemên dawîn de Atolyeyên Gihandina Mamosteyan hatin lidarxistin. A niha li Navenda Komeleyê 130 mamoste bi dildarî ked didin, hîndekarî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî tê dayîn û armanc ew e ku her serdem bi gihandina mamosteyan bê biencamkirin.
Niha jî KURDÎ-DER, dê di serdema nû de di 15'ê cotmehê de bi şahiya belgedayîna 16 atolyeyan ku ji 270 xwendekaran pêk tê, bi şahiyekê vedike. Beriya vekirina atolyeyan dê li li Navenda Çandê ya Cegerxwîn marisimek bê lidarxistin.
DÎHA/AMED