Dozgerê Komarê yê Êlihê piştî xwest Komeleya Çand û Piştvaniyê ya Mezopotamya ya Êlihê (MEYA-DER) û Komeleya Alimên Oldar (DA-DER) bên girtin, niha ji der barê Komela Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman Kurdî (KURDÎ-DER) ya Êlihê de doza girtinê vekir. Dozgeriyê di der barê KURDÎ-DER'ê de doz vekir û bi îdîaya têkiliya wê bi PKK'ê û KCK'ê re heye li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Êlihê doz hat vekirin. Rûniştina 1'emîn ya Der barê KURDÎ-DER'ê de dê di 18'ê Kanûnê de li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Êlihê bê dîtin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Êlihê Şehmus Aslan, anî ziman ku biryarek keyfî ye û tu pirsgirêkên wan ên hiqûqî tune û wiha got: "Dozger der barê KURDÎ-DER'ê de xwest ku li gorî zagona Medenî ya Tirk a xala 89'an komele bê fesihkirin. Hikûmeta AKP'ê li Aliyekî behsa azadiyan dike, li aliyê di jî qedexeyan tîne. Aslan, da zanîn ku hikûmet dibêje zimanê kurdî serbest e, lê der barê saziyên me de doza girtinê vedikin û wiha got: "Dozên ku li me û komeleyên me tên vekirin li dijî hifûq û zagonan e. Pêkanînên keyfî û li dijî mafê ziman e. Zimanê me qebûl nakin û dozê li me vedikin. Em ji boparastina ziman û mafê xwe dê her rêbazan bikar bînin û têbikoşin."
Aslan, da zanîn ku ew li gorî rêziknameya dewletê tev digerin, lê dewlet rêziknameya wan binpê dikin. Aslan bang li rûniştan dozê ku di 18'ê kanûnê de li Edliyeya Êlihê pêk bê kir û xwest her kes beşdarî rûniştina dozê bibin.
BÎLAL GULDEM/DÎHA/ELIH