
Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî saziyên bajarê Kobanê ji hêzên rejîmê hatine rizgarkirin, wan ev sazî bi temamî radestî meclisên gel kirine. YPG’ê spasiya Meclisa Gel a rojavayê Kurdistanê kir û xwest Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) jî di ware madî û manewî de piştgirî bide wan.
YPG’ê diyar kir ku yekîneyên wan ên girêdayî fermandariya bajarê Kobanê bi piştgiriya gel pêr hemû sazî û dezgehên şaredarî û fermî ji destê Dewleta Baas rizgar kirine û wiha hat gotin: “Piştî ku me bajarê Kobanê ji desthilatdariya rêjîma Baasî rizgar kir, me hemû sazî radestî meclisa gel û saziyên siyasî kirin. Ev pêngava me ya dîrokî di çarçoveya hilweşandina rêjîma Baas a şovenîst û avakirina rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê de pêk hatiye. Divê baş were zanîn ku hemû avahiyên rizgarkirî yên gelê Kurd in. Bi vê tevgera dawî me saziyên xwe ji nû ve bi dest xistin.”
Fermandariya YPG’ê da zanîn ku ev tevgera wan perçeyek ji Şoreşa Gelên Sûriyeyê ye û ragihand ku rêveberên herêmên rojavayê Kurdistanê ji aliyê gelê Kurd ve wê hêzeke mezin bide pêşxistina biratiya di navbera gelên Sûriyeyê de.
Fermandariyê helwesta xelkê Kobanê ya li hemberî tevgera wan jî wiha nirxand: “Em weke Yekîneyên Parastina Gel, helwesta xelkê bajarê Kobanê yê leheng silav dikin. Em careke din soz didin ku em ê ji bo parastina nirxên gelê xwe yên netewî hemû berpirsiyariyên dikevin ser milên me bi cih bînin. Her wiha em bang li hemû ciwanên herêmê dikin da ku bi awayekî çalak cihê xwe di nava Yekîneyên Parastinê yên girêdayî Fermandariya Kobanê de bigrin. Di heman demê de ji ber piştgiriya dane me, em ji rêveberiya Meclisa Gel a rojavayê Kurdistanê re spas dikin û ji rêveberiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî dixwazin ku piştgiriya madî û manewî bide me.”
Kurdistaniyan Dêrika Hemko jî ji zordestiyê xilas kir
Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê, piştî Kabonê û Efrînê dest danî ser hemû dezgeh û saziyên bajarê Dêrka Hemko.
Hat ragihandin ku duh danê sibê, gelê Kurd li Dêrka Hemko dest daniye ser hemû sazî û dezgehên fermî yên dewleta Sûriyeyê û rêveberî xistin destê xwe. Hat ragihandin ku tevî şaredarî gelek sazî û dezgehên dewletê yên li bajêr ketine destê gel.
Ciwanê Kurd jiyana xwe ji dest da
Li Dêrika Hemko, gava ku gelê Kurd rêveberiya bajarê Dêrka Hemko xist destê xwe, di encama êrîşa leşkerên rejîma Sûriyeyê de ciwanê Kurd ê bi navê Bawer jiyana xwe ji dest da. Pêr di saetên sibehê de gelê Derka Hemko ji bo bidestxistina rêveberiya bajêr dest bi hewldanan kirin.Bi hezaran kes daketin qadan û di serî de Walîtî, gelek saziyên din ên dewletê bi dest xistin. Di vê demê de, di encama gulebarana li hemberî girseyê ji aliyê rejîma Esad ve pêk hat de ciwanê Kurd ê bi navê Bawer ê endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi giranî birîndar û piştre jiyana xwe ji dest da.
Ala Sûriyeyê ji qereqola Endîwerê anîn xwar
Piştî ku Kurdan dest danî ser rêveberiya Dêrîka Hemko, ala Sûriyeyê ku heta duh jî li qereqola sînor ya qesabeya Endîwerê daliqandî bû, îro hate dîtin ku anîne xwar.
Piştî ku rêveberiyên Efrîn, Koban û Dêrîka Hemko yên Rojavayê Kurdistanê ket destê Kurdan, hate ragihandin ku ala Sûriyeyê ya li qereqola qesabeya Endîwer ya li beramberî navçeya Cizîr ya Şirnexê anîne xwar. Piştî ku ala Sûrî ya li qereqola sînor hate daxistin, li qereqolên ser sînor yên Tirkiyeyê jî liv û tevgerbûnekê destpêkir. Dewriyeyên di navbera qereqolan de hatin zêdekirin û tedbîr bilind kirin.
Kurdan piştî Kobaniyê, rêveberiya Efrînê jî pêr bi dest xistin. Li Efrînê gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivîl bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baasê de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe.
Hêjayî gotinê ye ku Kurdan di 19’ê tîrmehê de li bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê.
Rayedarên Kurd ragihandin ku wan bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye.
EFRÎN
Nirxandin: Li Rojava şoreşa demokratîk
Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê beriya 34 salan bi naskirina felsefeya azadiyê, têkoşîna netewa demokratîk destpê kir. Gelê Kurd di dîroka van 34 salan de ked û berdêlên giranbiha dan û di encama vê têkoşînê de destkeftiyên mezin qezenc kirin.
Di vê têkoşînê de zêdetirî 1500 şehîd dan. Bi sedan gaziyên xwe hene û ewqas jî hatin girtin. Bi hezaran welatparêzên Kurd rastî êşkenceyên hovane hatin. Têkoşîna bê navber a 34 salan, beriya sal û nîvekê derbasî qonaxeke nû bû.
Bê goman ev qonaxa nû bi guhertinên li Rojhilata Navîn û perçên din yên Kurdistanê ve girêdayî ye. Gelê me li rojavayê Kurdistanê ev pêvajo bi awayekî zanîstî û rêxistinî pêşwazî kir.
Divê were zanîn ku destwerdana pêvajoyê encama ked û fedekariya gelê Kurd ê beşê Rojavay ye. Destkeftiyên gelê me yên rojavayê Kurdistanê di vê pêvajoya dîrokî de hem wê qedera Rojhilata Navîn û hem jî wê qedera perçên din yên Kurdistanê destnîşan bike.
Li rojavayê Kurdistanê 3 rojên dawî, bi yek gotinê rojên dîrokî têne nivîsandin. Gelê Kurd li Kobanê û Efrînê siyasetên rewşa awarte yên ku rêjîma Baas ji sala 1962’an ve li rojavayê Kurdistanê birêve dibe têk bir û li şûna van siyasetan, rêveberiya xweser û demokratîk ava kir.
Gelê me yê rojavayê Kurdistanê ku her rojê gavên dîrokî davêje, baş dizane ku ew hêza xwe ji rabûriya têkoşîna 34 salên derbasbûyî digre. Ji xwe eger ev hêza rêxistinî ya mezin li pişta van gavên dîrokî nebûya, pêvajoya heyî jî, ew çendî bi rêbazên aştiyane pêş nediket.
Gelek caran em bûn şahid ku de hilweşandina rêjîman de, mirov hatin kuştin û bûyerên talankirinê pêş ketin. Mînaka hilweşandina rêjîma Saddam ya sala 2003’an hê li bîra me ye. Roja ku rêjîma Baas li Iraqê hilweşiya tevahiya sazî û dezgehên dewletê hatin talankirin. Wê demê ne tenê saziyên dewletê, her weha gelek mal û mulkên Iraqiyan jî hatin talankirin. Lê li rojavayê Kurdistanê dema ku saziyên dewletê ketin destê gel, dîmenên weha derneketin holê. Ev yek nîşan dide ku ji niha û pêve jî bi pêşengiya komîteyên meclîsa gel wê ti bûyerên talankirinê rû nedin.
Mînaka yekemîn
Helwesta û partîka gelê me ya li rojavayê Kurdistanê nîşanî dost û dijminan da ku ev gel çendî zana û birêxistinkiriye. Her çendî hin komên û derdorên biçûk ketin nava hewldanên provokatîf jî, lê gelê rojavayê Kurdistanê bi vîna xwe ya azad û zanebûn tevgeriya û helwesteke bi rûmet nîşanî her kesî da. Di cîhanê de tenê gelê berxwedêr û şoreşger dikare bibe xwedî vê sekna aqilane. Gelê rojavayê Kurdistanê perwerde û hêza ku ji Rêbertî û rêxistina xwe ya pêşeng wergirtî, ber bi azadiya xwe ve dimeşe.
Ev meşa azadiyê ya ku gelê me li Kobanê destpêkir û li bajarê Efrînê dewam kirî, wê ji tevahiya Rojhilata Navîn re mînakên balkêş nîşan dide. Tevgera di van 3 rojên dawî de pêşket, nîşan da ku gelê Kurd yê şoreşa demokratîk birêve dibe, heta li hemberî wê sîleh neyê bikar anîn ew ê jî êrîşî ti kesî neke. Ev yek di dîroka şoreşa gelan de mînaka yekemîn e.
Gelê Kurd li hemberî hêzên mêtinger yên nasname û çanda wî înkar kirine. Ji bo mafên xwe bidest bixe ne alîgirê tûndiyê. Helwesta gelê me ya li rojavayê Kurdistanê di heman demê de raxiste ber çavan ku yê Kurdan neçarî şer dike hêzên dagirker bixwe ne.
Yek ji encamên girîng ku ji pêngava gelê rojavayê Kurdistanê ya şoreşger derket holê jî, dilsoziya wî ya biratiya gelan re ye. Li Rojhilata Navîn bi dehê salane ji ber şerên di navbera ol, bawerî û komên etnîk de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Ev şerê ku BI bû sedema mirina ewqasî mirovî, niha li welatêSûriyeyê dewam dike. Mîna ku tê zanîn, di serî de Kobanê li bajarên din yên rojavayê Kurdistanê gelek Ereb, Asûrî û Eremenî jî dijîn. Gelê me her tim li ser hîmê civaka netewa demokratîk nêzî netewên Kurdistanî bûye. Gelê me nîşanî van netewan da ku çavên wî ne li mal û mulkê ti kesî ye. Ji xwe em jî weke saziya ku li gorî exlaqên vî gelî xebatê dike, heta niha li ser ekranên Ronahî Tv me yek nûçeya ku bibe sedemên aloziya di navbera gelan de pêşkêş nekiriye.
Hewldana avakirina yekîtiya gelan
Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê dixwaze bi gelên din re di nava wekhevî û biratiyê de bijî. Gel me li her perçê bi pratîka xwe nîşan da ku ti pirsgirêkên wî bi sînorê welat lê dijî re jî tine ye. Bi salane Kurd dixwazin weke gel mafên xwe yên demokratîk û rewa bidist bixin. Gelê rojavayê Kurdistanê bi vê têgihiştinê têdikoşe û pêşeroja xwe destnîşan dike. Ji bo ku li herêma me aştiyeke mayînde peyda bibe, divê hêzên ji têkoşîna şoreşger ya gelê rojavayê Kurdistanê ditirsin, encamên derketine holê rast binirxînin.
Di 3 rojên dawî de, gelê Kurdistanê li gel avakirina rêveberiya xwe ya xweser, her weha ji bo parastina vê rêveberiyê jî bê navbera xebatên xwe dewam dike. Di çarçoveya van xebatan de beriya 3 rojan Yekîneyên Parastina Gel YPG xwe weke hêza parastina rewa ya gelê Kurd ragihand. Ev hêza leşkerî ku xwe weke yekîneyên parastina gelê rojavayê Kurdistanê binav dike, destnîşan kir ku li hemberî ti kesî wê nebin hêza tehdîtê û yekane armanca wan parastina netewa Kurd a demokratîk e. Bi vê gava dîrokî gelê Kurd peyam da ku ew ê li hemberî hewldanên êrîşkar nirxên xwe biparêzin. Her weha dan zanîn ku eger li hemberî nirxên gelê Kurd êrîş pêk neyên, ew ê jî êrîşî ti alî nekin. Li welatekî mînaSûriyeyê ku her rojê mirov têne kuştin, ragihandina hêzeke leşkerî ya weha, nîşan dide bê ev hêz li ser hîmê felsefeya aştiyane ya gelê Kurd hatiye avakirin.
Bi hêviya ku gavên dîrokî yên gelê rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina xweseriya demokratîk davêje, li hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn bibe hîmê avakirina pêşerojeke azad û wekhev.
DIYAR CIWAN