
Pêr êvarê saet 21:18 deqîqeyan li Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, bi wî rengî ku tesîra herî xirab li Kirmanşan, Silêmanî û Helebceyê bibe, di şida 7.3´de erd hejiya. Ziyana li canê mirov herî zêde li bajarê Rojhlatê Kurdistanê Kirmanşanê bû û li gorî daneyên herî dawî dema nûçeya me dihat amadekirin, 363 kesan jiyana xwe li wilayeta Kirmanşanê ji dest dabû.
Maseya krîzê ya Kirmanşanê ragihand ku ji ber erdhejê 363 kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmara birîndaran jî qederê 6 hezaran e.
Bîlançoya erdheja bi şida 7.3 pileyî ku li ser sînorê wilayeta Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê û wilayeta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, doh êvarê saet saet 21:18’an rû dayî, doh di nava rojê de her giran dibe.
Maseya krîzê ku piştî rûdana erdhejê li Kirmanşanê hat avakirin, li ser rewşa dawî doh danê êvarê daxuyaniye da. Maseya krîzê ragihand ku li eyaleta Kirmanşanê, li bajar, navçe û gundên wê 363 kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmara birîndaran jî gihîştiye qederê 6 hezar kesan.
Erdheja bi dijwariya 7.3 pileyî li bajarê û navçeyên Qesrî Şîrîn, Serpol Zahab, Ciwanro, Salasî, Bawecanî, Îslamabad Xerb û Kerendî Xerbê rê li ber zerareke mezin vekir.
Tirs heye ku bîlançoya erdhejê girantir bibe li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku ji gelek gundên li Kirmanşanê agahî nayê girtin. Her ku agahî ji gundekî tê girtin, bîlanço jî giran dibe. Piştî rûdana erdhejê zêdeyî 100 hezar kesî doh bi şev li derve, şêvedar man. Ji ber felaketa erdhejê, li Kirmanşanê 3 rojan şîn hate ragihandin.
Li beramberî van daxuyaniyên fermî hin çavkaniyên herêmî didin zanîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî qederê 500 kesî ye.

Li Başûr 7 kes mirin 321 kes birîndar bûn
Li aliyê din bîlançoye erdhejê li Başûrê Kurdistanê hat eşkerekirin. Li gorî bîlançoyê li Başûrê Kurdistanê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Iraqê, Sîf Bedir bîlançoya erdhejê eşkere kir û got; “Ziyana erdhejê bi vî rengî bû: 321 kes li Herêma Kurdistanê, 170 kes li Parêzgeha Diyala û 44 kes jî li Kerkûkê ji ber tirs û birîndarbûnê rakirine nexweşxaneyan.”
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ji ber erdhejê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 321 kes jî ji ber tirs û birîndarbûnê rakirine nexweşxaneyan. Ji van kesan ên jiyana xwe ji dest dayî, 5 di encama bi temamî rûxiyana du xaniyên li Derbendîxanê mirin.
Li aliyê din dîmenên ji deverên çiyayî yên Derbendîxanê nîşan didin ku herdu aliyên çiyê ên derbendê bi ser hev dehatine û qismî çiya jî rûxiyane. Rayedarên Başûrê Kurdistanê wekî din dan zanîn ku erdhejê zerar kiriye li Bendava Derbendîxanê jî û ji ber vê yekê ji kesên malên wan di binya bendavê de xwestine malên xwe biterikînin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Mexdûra tenê nehêlin

Ji bo erdheja ku bi şida 7.3 li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê da, Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) da xuyaniyek da û ji bo gelê Kurd ê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê yên mexdûrê erdhejê, ew banga alîkariyê li karsaz û Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir. Yekîtiya kardarên Kurd li Ewrûpayê (AKEE) jî daxuyaniyek da û bang li emdamên xwe û kardarên Kurd kir ku xwedî li mexdûran derkevin û destê alîkariyê dirêjî Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bikin.
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji ber erdheja dijwar a pêr êvarê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rû da, kete nava liv û tevgerê û bi taybetî bang li karsaz û Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir da ku alîkariyê bi mexdûran re bikin.
HSK´ê di banga xwe de got, “Wek saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê, ji kêliya pêşî ya erdhejê, komên me yên xebat ketin nava tevgerê.
Ji ber pirsgirêkên rê, Heyva Sor a Kurdistanê tenê alîkariya madî berhev dike û wê li cih pêwîstiyên gel pêk bîne.
Di rewşa heyî de Heyva Sor a Kurdistanê rewşa malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye, lêkolîn dike û di demeke nêz de wê pêdiviyên van malbatan bi cih bîne..
Li ser vî esasî banga me ji bo Karsaz û Kurdistaniyên li Ewrûpayê heye ku destekê bidin gelê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bighînin malbatên hewce.”
Kesên dixwazin ji Elmanya û Franseyê alîkariyê bigihînin dikarin li hesabên;
* Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Banka: Kreissparkasse Köln
IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
* Le Croissant Rouge du Kurdistan (Heyva Sor a Kurdistanê)
Banka: SOCIETE GENERALE
IBAN: FR76 3000 3039 4200 0372 6230 642
BIC/SWIFT : SOGEFRPP
AKEE doza alîkariyê li endamên xwe kir
Yekîtiya Kardarên Kurd li Ewrûpayê (AKEE) jî bang li endamên xwe kir ku xwedî li gelê Kurd ê liBaşûr û Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Rêveberiya AKEE´yê sersaxî xwest ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî, û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest. AKEE´yê bi bîr xist ku gelek xanî û dikan jî hilweşiyane û mexdûr hewceyî alîkariyê ne û got, “Em bang li hemû endamên xwe û kardarên Kurd dikin, ev roj roja hevgirtinê ye, divê her kardarekî Kurd piştgiriya xurt bide sivikkirina bandora hilweşîner a erdhejê û di van rojên zor û zehmet de, bi gelên Kurdistanê û erdhejzedeyan re be.”
Kurdistan bû yek
DBP Û TJA’yê têkildarî erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî weşand û ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniya lezgîn kir û got, roj roja yekîtiyê ye. Navenda Giştî ya Partiya Herêman Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser erdhejê xemgîniya xwe îfade kir û banga alîkariyê û hevgirtinê li tevahiya gelê Kurd kir: “Roj roja yekîtiyê, roja hevxemiyê ye. Em êşa gelê xwe yê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji dil parve dikin.
TJA’yê jî ji bo erdhejê got: “Piştgirî û hevpariya me wê êşa me sivik bike. Di vê roja bi êş de em diyar dikin ku em li cem gelên Kurdistanê û jinan in. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku piştevaniyê ji bo gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bike. Serê tevahiya gelê me sax be.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî diyar kir ku wê bi ruhê Kobanê piştgiriya gelên Rojhilat û Başûrê Kuristanê yên mexdûrê erdhejê bikin û banga alîkariyê li her kesî kir.
NAVENDA NÛÇEYAN