Tê texmînkirin ku dîroka Mitikên Kipsa, Gire Mîgro, Gire Baviya, Gire Mekes, Gire Dîmse, Kela Şadiya û yên derdora çemên Dîcle û Êlihê di navbera 11 û 12 hezar salan de diguhere. Rektorê Zanîngela Êlihê Prof. Dr. A.Selam Uluçam ê ji ekîba li heremê lêkolînan dikeye diyar kir ku di 8 mitikên ku dê di bin ava Bendava Ilisuyê de bimîne, xebatên kolandinê tên kirin. Uluçam, bibîrxist ku mitin ji dema Neolîtîkê mane û wiha axivî: “Wekî mînak lêhî hatiye gund bireyê û li ser heman xirabeyan gundek din hatiye avakirin. Mitik wiha qat bi qat, ji cihên bicihbûnê pêk tên. Ji ber zêdetirê pêdiviya mirovan bi avê heye wan cihên xwe yên bicihbûnê nêzî çavkaniyên avê ava kirine.”
Prof. Dr. Uluçam, destnîşan kir ku hêj bi avayekî cidî li ser mitikan xebatên zanîstî nehatine kirin û ev agahî dan: “Li vir cihên wekî ‘Têl’ an jî gir tên bi navkirnî hene. Carnan wekî kuleyan jî çêdikirin. Ev jî ji bo ragihandinê hatine bikaranîn. Dema dijmin an jî şelanker dihatin, bi vî şiklî agahî didan hevdû.”

Çend roj beriya niha li 1,5 kîlometre dûrê Heskîfê di mitikek ku li qerexa çemê Dîcleyê de kevirek tuwaletê yê 11 hezar salî hatibû dîtin. Uluçam, bilêv kir ku ev kevir diyarkirina diroka heremê dê belge bike û wiha axivî: “Rewşa kevir, dê piştî lêkolînên labaratuvarê diyar bibe. Kevirê tuwaletê yê herî kevin yê niha em dizanin li Çavuştepe ya Wanê hatibû dîtin. Kevirê aydê Urartuyan yê li Çavuştepeyê hatiye dîtin 3 hezar û 200 saliye. Dîroka Heskifê dê bi vî kevirî diyar be.”

ANF/ÊLIH