Endamên KESK, DÎSK û TMMOB'ê li Amedê li hemberî terora dewletê ya li bajarên Kurdistanê doh bi dirûşma "Em ê li hemberî mirinê, jiyanê li hemberî şer aşitiyê biparêzin" û "Ji bo jiyana azad û demokratîk em di grevê de ne" greveke yek rojî kir. Bi pêşengiya rêxistinên kedê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hezaran kes kom bûn. 

Girse tevî astengiyan jî bi dirûşmeya "Emê li ber xwe bidin û bi ser kevin" ber bi Sûrê ve meşiya.


Meşa Bismiliyan berdewam dike

Meşa ku pêr ji Bismilê ji bo şikandina dorgirtina li Sûrê ya ku 29 roj in dewam dike, hatibû destpêkirin, dewam dike. Çalakgeran doh danê sibê careke din ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin û nîvrojê gihişte navenda Amedê.


Li Kurdistanê jiyan tevizî

Êlîhiyan ji bo şermezarkirina êrîş û komkujiyên li dijî Kurdistanê jiyan tevizand. Dikandaran derabe venekirin, ajakoran erebe neajotin, xwendekaran dibistan boykot kir. 

Li ser banga DÎSK, KESK û TMMOB´yê jî li ber Sînemaya Yilmaz Guney’ê bi piştgiriya DBP’ê û HDP’ê tekîldarî grevê daxuyaniyek hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê Mehmet Alî Aslan di daxuyaniyê de axivî û got: “Morga ku li gorî 6 kesan, îro 16 welatiyên hatî qetilkirin lê tên rawestandin. Em qala kujerên zarokên 3 mehê nakin, zarokên ku hê ji dayik ne bûne, tên qetilkirin. Ev rûreşiya Tirkiyê ye.”


Li Êlihê êrîşa dagirkeran

Piştî daxuyaniyê hezaran welatî bi çepikan ber bi kolana hunerê ve meşiyan. Polîsên ku riya Amedê dorpêç kirî ji her du milan ve bi çekan, bombeyên gazê û ava bi şid êrîşî gel kir. Mamosteyekî endamê Egitim Senê jî ji ber ku nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan da bi awayekî hovane hat derbkirin ş piştre jî hat binçavkirin. Li ser êrîşa polîsan li gelek taxên bajar pevçûnan dest pê kir.


Li Serhedê jî çalakî hebûn

Li navçeya Agiriyê Bazîdê çalakiya venekirina derabeyan a li dijî terora dewletê jî kete roja 3'yemîn. Li navçeyê tenê firin û dermancane vekirî ne.  Li navçeya Bedlîsê Xîzanê, li navçeya Mûşê Milazgirê dikandaran derabe venekirin. 


Li Şirnex û Mêrdînê grev

Li ser banga KESK, DÎSK û TMMOB'ê, li Mêrdîn, Şirnex û navçeyên wan ji bo rojekê kedkaran dest ji kar berda û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Çalakî li navenda Mêrdînê û navçeyên wê Qoser, Dêrik, Nisêbîn û Midyadê hebûn. Li navenda Şirnexê jî çalakya bi heman rengî hebû.


Mêrdînî wê bimeşin Kerboranê

Li aliyê din bi pêşengiya DBP'ê Mêrdînî wê îro bimeşin navçeya Kerboranê ku êrîşên dewletê 19 rojan bê navber lê dewam kirin û doh êvarê nû qedexeya derketina derve hat rakirin. Hevseroka DBP'ê Perîhan Agaoglu bi gotina "Gelê Kerboranê bi qetlîaman re rû bi rû ye" banga tevlibûna meşê kir.

Li Nisêbînê jî berxwedana gel lê dewam dike, û doh bi sedan kes bi pêşengiya KJA'yê kom bûn, silav li berxwedana Kerboranê kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN