Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku li başûrê Trablûsê balafirek bêpîlot a dewleta Tirk xistine xwarê.
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya ku Xelîfe Hefter serokatiya wê dike, ragihand ku wan li herêma Eyn Zare ya başûrê Trablûsê balafirek bêpîlot a dewleta Tirk şeva din xistiye xwarê.
Di daxuyaniya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê de tê gotin; balafira bêpîlot a dewleta Tirk li Balafirgeha Meitîqiye rabibû ku Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bombebaran bike.
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê pêr ragihandibû ku li peravên Trablûsê li keştiyeke Tirk a tije çek û cebilxane dane û rûxandine.
BINXAZÎ