Li bajarê Liege yê Belçikayê qirkirina li Zîlanê hat bibîranîn û salvegera şoreşa 19´ê Tîrmehê hat pîrozkirin. Endamê Konseya Serokatiya KCK´ê Diyar Xerîb jî hat bibîranîn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê merasîm pêk anî. Di destpêka merasîmê de li ser navê Navenda Cviaka Demokratîk a Kurdistanê Bişar Serhed axivî. Serhed ji qirkirina Zîlanê destpê kir û dûrûdirêj qala dijminatiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd kir. Bişar Serhed behsa şehadeta Diyar Xerîb jî kir û bal kişand ser xiyanetê û got, “Dewleta Tirk a dagirker her diçe dijminatiya xwe mezintir û dijwar dike. Vê jî bi xiyanetê dike. Ji ber rewşa malbata Barzanî ketiyê em hevrê û hevalên weke Diyar Xerîb şehîd didin.”
Piştre li ser şoreşa 19´ê Tîrmehê Şoreşa Rojava Nesrîn Rojava axivî û got: “Şoreşa Rojava bi felsefeya Rêber Apo pêk hat û niha ev felsefe dibe navneteweyî.”
Piştî axaftinan sînevîzyon li ser şoreşa Rojava hat nîşandan. Merasîm bi sloganên “şehîd namirin” bi dawî bû.
HEMÎD ÛRMIYE / LIEGE