Kurdistanî û dostên wan, li avahiya Rêxistina Efûyê ya Naveneteweyî ya li Londonê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, çalakiya îtaetnekirina sivîl li dar xist.

Kurdistanî û dostên wan, dema ku nûçe dihat amadekirin, hîna di avahiyê de bûn û çalakiya xwe dewam dikirin. Koma çalakger diyar kir ku heta Maseya Rêxistinê ya Tirkiyeyê bi wan hevdîtinan neke û encameke berbiçav ji vê dernekeve, ew ê çalakiya xwe bi dawî neke. Girseyê pankarta ku li ser, ‘Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li dijî êşkence û tecrîdê gavê biavêje’ nivîsandî daliqandin û bê navber dirûşmeya ‘Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike’ got.

Beşeke komê di hundirê avahiyê de, beşek jî bi heman armancê li derve çalakiya xwe dewam dikir.

 

ANF / LONDON