
Kurdên li paytexta Lubnan Beyrûtê, bi şahiyekê girseyî Newroz pîroz kirin. Şahî li parka El-Deleb a herêma Nehrên a gundewarê Beyrûtê, hate lidarxistin. Di şahiyê de, kesayetên siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî, 40 hezar kurd û hevalên wê yên li Lubnanê amade bûn.
Cihê lidarxistina şahiyê, bi wêneyên têkoşeran û posterên Rêbeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.
Di şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, peyama KCK‘ê ya ya ji bo Newrozê hate guhdarkirin. Şahiya pîrozbahiya Newrozê bi pêşkêşkirina şanoyan, stranên komên Welatê Rojê, Bêrîtan û hunermend Peywan Arjîn dom kir. Beşdaran jî gel stranan dîlan gerandin û bê navber dirûşmeyan davêtin.
BEYRÛT