Kûrsa zimanê Kurdî her roja Yekşemê saet di navbera 14:00-15:20 de ji aliyê mamoste Yaşar Kirgiz ve tê dayîn. Kûrsa ku wê heta havînê dewam bike, bi awayekî nivîskî û devkî bi zaravayê Kurmancî tê dayîn. Mamoste Kirgiz da xuyakirin ku li gel hemû kêmasiyan jî kûrsa wan erênî derbas dibe û got, “Bi vê kûrsê re ji bo xwendekaran ji asîmîlebûnê rizgar bikin, ez dixwazim wan hînî zimanê wan bikim. Ji bo xwendekarên min çanda xwe ji bîr nekin, wan perwerde dikim. Divê hemû Kurd zimanê xwe zanibe û biaxive.”

 LUDWÎGSHAFEN