Li bajarê Swîsreyê Luzernê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê dest pê kir ku wê sê rojan bidome.

Kurdên li Luzernê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê-rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kir.

Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Luzernê (CDK-Luzern) li ber stasyona trenê kon hate vedan. Saet 11’an daxuyanî hate dayin û bi vî rengî greva birçîbûnê dest pê kir.

Dayik û xizmên çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger, beşdarî çalakiyê bûn. Di dema çalakiyê de dayikan çarikên spî dan serê xwe û wan bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê.

Greva birçîbûnê wê di roja duyemîn (îro) de li ber Parlamenta Kantona Luzernê be. Bi rêya vê çalakiyê wê bêdengiya hikûmet û saziyên navneteweyî bê şermezarkirin.

Bi heman armancê wê 16-17’ê Gulanê li ber Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê ya 2 rojan a girseyî pêk were.

 

ANF / LUZERN