Înîsiyatîfa Gel li bajarê Madrîd yê Îspanyayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û sazkirina Xweseriya Demokratîk bi tevlîbûna sedan kesan şevek lidarxist. Di şevê de destpêkê ji bo bîranîna hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Di şevê de her weha endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENSK) Mahmût Walî ku hatibû kuştin û 21 Kurdên li Helebê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin kuştin jî hatin bibîranîn.
Nûnerê PYD ê yê Ewropayê Zûhat Kobanî tevlî çalakiyê bû û di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên li dijî Kurdan. Kobanî diyarkir ku dewleta Tirk destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê hedef digire. Kobanî anî ziman ku, “ Enqere ev ji 30 sal zêdetir e di bin navê tekoşîna li dijî PKK´ê de li dijî tevahiya Kurdan tedikoşê û êrîşî Kurdan dike. Berî her tiştî naxwazin Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din bibin yek. Ji destpêka serhildanê û vir ve Tirkiye li hincetan digere ku leşkeran bixe Sûriyeyê. Sedemê ve ne fikarên li ser demokrasiya Sûriyeyê ne, dixwaze li pêşiya mafên Kurdan yê netewî bibe asteng.”
Kobanî di axaftina xwe de girîngiya yekîtiya netewî jî destnîşan kir û li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd bang li hemû Kurdan kir ku li derdora têkoşîna azadiyê bibin yek û nirxên xwe yên netewî biparêzin.
Piştî axaftinan Binevş Narîn, Hozan Dîno, Hozan Rêber û Rojda derketin ser dikê û sitranên xwe gotin.
 

ANF/ MADRÎD