Însiyatîfa Rojava ya demeke dirêje li bajarê Mainz ê Elmanyayê xebatê dike şevek ji bo Rojava organîze kir.
Ji bo nexweşxaneyeke seyar a bi tertîba Weqfa Jina Azad a Rojava ya li Hesekê WJAR şev bi beşdarbûna Kurdan û dostên wan ên Tirk ji Wiesbaden, Rüsselsheim û Frankfurtê pêk hat.
Di şevê de, di serî de yên li Hanau hatin qetilkirin, ji bo tevahiya şehîdên şoreşê yên cîhanê rêz hat girtin.
Li ser navê însiyatîfê Christine Lelle axivî û bi sînevîzyonekê qal kir ku çima divê li Hesekê nexweşxaneyeke seyar hebe.
Lelle got, divê nexweşxaneya mobîl gund bi gund bigere; alîkariya nexweş, kal û pîran bike.
Piştre fiziyoterapîst Torsten Lenfeld mafê axaftinê girt û qal kir ku dewleta Tirk di şer de li Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê, Hesekê û Idlibê çawa sûc kiriye. Lenfeld dema qala sûcên dewleta Tirk kir ev bi mînakan rave kir û di serî de welatên Yekîtiya Ewrûpayê rexne li welatan kir ku van sûcên dewleta Tirk dibînin û dengê xwe nakin.
Dr. Gerhard Trabert jî dengê bijîşkên li Kobanê û Idlibê wezîfe dikin da guhdarîkirin û qala karûbarê zehmet ên xebatkarên tenduristiyê kir.
Li ser navê KON-MEDê jî Zîlan Ay axivî û qala girîngiya hevgirtina navneteweyî kir.
Di şevê de helbestên şairên mîna Cegerxwînê nemir hat xwendin û wergera wan bi elmanî hat kirin.
Hunermend Elî Riza Kahraman û Azad Arî jî bi stranên xwe şev xweş kirin.
RIZA AYDOĞDU / MAINZ