Gundiyê bi navê Hecî Silêman Remî da zanîn ku di dema şer de wî malbata xwe ji gund derxistibû û ev tişt got: ‘‘Piştî ku şervanên YPG’ê gundê me rizgar kirin, malbata min vegeriya mala xwe. Bi berxwedana şervanên YPG’ê tu ziyan ne gihişte mala min. Lê gelek gundên nêzî me û bi taybet gundê Boraz, Qena û Qordîna ji destê van çeteyan xilas ne bûn.’’
Mistefa Ehmed ê ji gundê Dugirman jî da zanîn ku gelê Kurd berxwedaneke bê hempa li dijî komên çete nîşan dan û ev tişt anî ziman: ‘‘Tevî ku çeteyan mala min talan kirine û tiştek tê de nehiştin jî, ez keyfxweşin ku çete têkçûye, ji gundên me hatin derxistin.’’
KOBANÊ