Hêzên Rizgariya Efrînê li Mareyê li çeteyên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û cebilxaneya çeteyan hate desteserkirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) 1’ê Adarê li derdora bajarê Mareyê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin.
Di daxuyaniya HRE’yê de hate ragihandin ku 2 çete di encama çalakiyê de hatine kuştin û çekek M16, dûrbînek, êlekekî êrişê, çekek AK-47, cîhazeke pîvandinê, kamera, nasname û cuzdanên çeteyan hatine desteserkirin.
HRE’yê da zanîn ku artêşa dagirker bi tank, obus û hawanan bombardûmaneke giran li gundên navçeyên Şêrawa û Şera û gundên herêma Şehbayê kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN