Dînç da xuyakirin ku ji sala 1999’an û vir ve tecrîdkirina Ocalan dewam dike û anî ziman ku li Îmraliyê hiqûqa Tirkiyeyê bi xwe ne lê ye û mafên bingehîn tên astengkirin. Dînç da zanîn ku hikûmeta AKP’ê pêşî li mafên bingehîn ên mîna hevdîtina parêzeran-malbatê digire û destnîşan kir, ku ev yek weke rêbazeke şantajê tê bikaranîn.
Dînç bi bîr xist ku piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd re ku di 11’ê Îlonê de pêk hat, weke malbat û parêzeran, wan xwest hevdîtinê bikin, lê belê ev serlêdana wan hat redkirin. Dînç got, “Pêkhatina hevdîtina bi birayê Ocalan re nayê wê wateyê ku tecrîd qediyaye. Heta ku sîstema Îmraliyê neyê parçekirin, tecrîd û îşkenceya li dijî Ocalan naqede.”
Li Peinê xwedîderketina li Ocalan
Li bajarê Elmanyayê Peine, di civîna gel de tecrîdkirina Ocalan hat nirxandin. Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Peine hat organîzekirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal beşdarî civînê bû û li ser rewşa dawî ya Ocalan agahî da.
MARSÎLYA/PEINE