Piştî ku artêşa Iraqê li rojava û başûrê rojavayê qezaya Mexmûrê ya ser bi Hewlêr ve operasyona rizgarkirina Mûsilê li dijî çeteyên DAIŞ’ê da destpikirin, welatiyên Ereb yê gundên Xirberdan, Kermirdî, Mehane û Kudîle ku hatine rizgarkirin, di bin kontrola artêşa Iraqê de derbazî qezaya Mexmûrê hatin kirin.
Welatiyên Ereb yên ku du salan di destê çeteyên DAIŞ’ê de man û li qezaya Maxmûrê hatin bicîhkirin, ji ajansa Rojnewsê re axivîn.
Jina bi navê Sebah Zahir Mihemed têkildarî du salên ku di bin desthilatiya DAÎŞ’ê de derbas kiriye de wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ’ê bi rengekî hovane êrîşî me kirin, bi zorê me xwe ji destê wan rizgar kir. Em ji wan revîn û em niha li vir di bin ewlehiyê de ne.”
Her wiha jina bi navê Necme Mihemed Casim ya ji gundê Xirberdan jî wiha nerînên xwe anîn ziman; “Em her roj bi zext û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû dihatin. Derdora me çember dabûne avakirin. Ji tirsa wan ciwan û zilamên me her roj diçûne mizgeftan, xwe wek olperest didane diyarkirin. Lê tu eleqeya çeteyan bi ola Îslamê re nîne, bi vî navî xirabiyên herî mezin dikin.”
MEXMÛR/ROJNEWS