Di bernameya birîranînê de Parlementerê BDP'a Mûşê Demîr Çelik, Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, Hevserokê BDP'a Dêrsimê Şerafettin Halîs, Serokê EMEP'a Dêrsimê Mustafa Taşkale, Şaredarê Hozatê Cevdet Konak, Şaredarê Pertekê Kenan Çetin, Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal Kemal Bulbul, Neviya Seyit Riza Zeliha Polat, ESP, xebatkarên Federasyona Gelan a Demokratîk û Komeleya Çanda Dêrsimê amade bûn. Girseya ku li ber Şaredariya Mazgirtê kom bûn, pankarta "Virendiya Ç'eme Muzıri Meceriyo 38 Reyna Nevo) vekirin û meşiyan herêma Kertê.
Komê di meşê de slogana "Dewleta qatil dê hesap bide" û "Ji faşîzmê re mirin û ji gel re aramî" berz kirin. Li qadê Şaredarê Mazgirtê Tekin Turkel, diyar kir ku di sala 1938'an de mirov bê hesap û pirs hatin qetilkirin û li vir 5 herêmê komkujiyê hene û wiha got: "Li vir mirov ji ber bîr û barwiyên xwe, ji ber çand û zimanên xwe rastî komkujiyê hatin. Serokwezîr li aliyekî lêborîna xwe dixwaze, lê li aliyê din hesap nade. "

'Divê em qirêjî paqij bikin'

Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelîk jî anî ziman ku paşeroja dewletê xwîn, kuştin, qirkirin û zulim e û wiha got: "Hûn li kijan rûpela dîroka dewletê binerin, binerin zilm û înkar heye. Komkujî û qetilkirin heye. Bêdengî erêkirin û piştgiriya zilma AKP'ê ye ji ber vê yekê em li hemberî zilma AKP'ê bêdeng namînin. "
Çelîk, da zanîn ku Seyit Riza û hevalên wî li Qada Genim a Elezîzê hatin darvekirin û wiha got: "Divê em êdî bi gotinên 'Edi Beso Ayibo, Zulimo, Cinayeto' vê zilmê wekî qederekê nebînin û li dijî vê yekê derkevin. Girtiyên ku 67 rojin ketine grevê ji bo vê zilmê şermezar bikin ketine grevê. Divê em vê yekê baş fam bikin.
Kemal Bulbul jî anî ziman ku dîroka vî welati bi xwîn û qirêj e û wiha got: "Qirêjiya vî welati divê em paqij bikin. Ev deynê me ye. Kesên komkujiya Dêrsimê pêk anîn li Çorum, Sêwas, Meletiyê jî komkujî pêk anîn. Em dê têkoşîna demokrasiyê bilind bikin."

Li Enqere daxuyanî

Komeleya Dêrsimiyên Enqereyê jî bi heman armancê li pêş meclîsê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP, HDK'ê saziyên din amade bûn. Li ser navê komê Seroke Komeleya Dêrsimiyan Yaşar Kılavuz xwest cihê gora Seyit Riza û hevalên wî bên aşkerekirin û hesap bê pirsîn. Kilavuz, anî ziman ku îro ji bi 10 hezaran kes tên qetilkirin û rastî komkujiyê tên. 

DÎHA/DÊRSIM