Parlamenterên li ber ala PKK’ê sekinîn ev in; Diether Dehm, Karin Binder, Sabine Leidig, Pia Zimmermann, Hubertus Zdebel, Wolfgang Gehrcke, Alexander Ulrich, Andrej Hunko, Kathrin Vogler û Ulla Jelpke.
Ji parlamenteran Diether Dehm, wêneyê vekirina ala PKK’ê li ber logoya Partiya Çep, ku bi 64 parlamenteran re partiya mûxalefeta bingehîn a li Meclîsa Federal e, di malpera parvekirina civakî Facebookê de weşand. Dehm li binê wêne nivîsa “Li dijî qedexeya PKK’ê û bi armanca piştgirîdayîna rêhevala me Nicole Gohlke, me îro li Meclîsa Federal ala PKK’ê ya ‘qedexekirî’ vekir.” nivîsand.
BERLÎN