Li bajarê Mehabadê yê Kurdistana Rojhilat, pêr konferansek li ser rewşenbîr û helbestvanê navdar ê Kurd Hêmin Mukriyanî ji aliyê şaredariya bajêr ve hat lidarxistin. Di konferansê de, gelek helbestvan, nivîskar, rewşenbîr ji eyaletên Ûrmiye, Kirmaşan, Îlam, Sine yên Kurdistana Rojhilat û bajarên Îranê beşdar bibûn.
Di wê civîna edebî de, li ser zimanê helbest û edebiyata Hêmin Mukriyanî hat axaftin û lêkolînên ku derheqê wî bîrmendê Kurd de hatibûn kirin, bi zimanên Kurdî û Farsî hatin pêşkêşkirin. Navê rastî yê Hêmin Mukriyanî, Mihemed Emîn Şêxul Îslamî ye û sala 1921 li Mehabadê ji dayîk bûye û sala 1986 jî li bajarê Ûrmiyê wefat kiriye.
MEHABAD