SADIYE ESER / MA/MÊRDÎN

Li Mêrdînê Emrah Ozcan, resimê Şahmaran li ser sifirê dineqişîne. Şahmaran di nav Kurdan fîgurekî dîrokî ye û sembola xêr û bereketê ye.

Li Bakurê Kurdistanê heta çend sal berê jî, di her malê de resimê Şahmaran bi dîwêr ve daliqandîbû. Ev edat her ku diçe kêm dibe, û resimê Şahmaran êdî kêm tê dîtin. Li Mêrdînê hosteyê sifirê Emrah Ozcan ji bo ev adeta hanê neyê jibîrkirin, hewl dide û dibêje :"Heta ji destê min bê ez dê vê çandê zindî bihêlim."

Emrah Ozcan ê 32 salî, li kolana Sipahiyan a Mêrdîna dîrokî 22 salin vî karî ku ji bav û kalan dewir girtiye berdewam dike.

22 sal in vî karî dike

Ozcan dibêje wekî nifşê sêyemîn vî kar û adeta Şahreman li ser sifir-paxir dineqişîne û wiha dipeyive: "Dema ez diçûm dibistana seretayî bavê min tabloyên sifir ku Şahraman li se hebû dineqişand û difirot. Vê yekê bandorek li ser min çêkir. Dema min Şahmaran ji bavê xwe pirsî got ´Ev aydî çanda Mêrdînê ye. Remza Xêr û bereketê ye.´ Min xwest vê çandê zindî bihêlim û min dest bi neqişandina Şahreman a li ser sifir kir. 22 sal in vî karî dikim. "

 Remza bereket û xêrê ye

Ozcan bi bîr dixe ku berê li Mêrdînê resimê Şahmartan li ser ceyizê her jina ciwan, li ser camê dihat neqişkirin û wiha diaxive:" Şahmaran çandên cuda di nava xwe de diparêze. Li gorî bîr û baweriyan xizmetê jinên ciwan vedike. Remza bereket û xêrê ye. Dema dizewicîn û diçûn malek din bi xwe re dibirin û wekî awêneya xemlê li odeyê bi cih dikirin. Şahmaran, çanda rojhilat e. Şaha maran e. Serê wê ya jina herî xweşik û bedew e. Duvê wê jî mar e. Remzek mîtolojik e. Di cewherê wê de xweşî û başî heye."