HPG’ê di daxuyaniya da de wiha got: “Di 10’ê Hezîranê de li navçeya Mahsertêya Mêrdînê ji aliyê leşkerên qereqola gundên Terê li derdora gundê Terê operasyonek hatiye lidarxistin. Heman rojê de di navbera gerîlayên me û leşkerên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin. Leşkerê hatiye kuştin di 11'ê Hezîranê de (îroj) danê sibehê bi helîkopterên skorskyan ji herêmê hatiye dûr xistin. Operaysona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di 10’ê Hezîranê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî derdora gundê Roboskiyê û Çiyayê Tanînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxstin.” Her wiha hat diyarkirin ku di 8'ê Hezîranê de li navçeya Dihê ya Sêrtê li dijî derdora gundên Dewkê Û Dêrwatê ji aliyê artêşa “dagirker “ a tirk bi rengê kemînvedanê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike. HPG’ê wiha got: “Ev demeke li navenda Agiriyê û naçveya Kaxizmana Qersê ji aliyê artêşa dagirker a tirk leşker û alavên leşkerî tên veguhestin.”
ANF/BEHDÎNAN