Li bajarên Mêrdîn û Şirnexê piştî 15’ê Tebaxê terora polîsên Tirk a li dijî endam û rêveberên HDP’ê dewam dike. Ji 15’ê Tebaxê ve heta niha polîsan li Mêrdîn û Şirnexê bi ser gelek malan de girtin û bi giştî 29 kes kirin binçavan.

Polîsan li Qoser, Nisêbîn û Mîdyadê şeva din dîsa bi ser gelek malan de girtin û 4 kes kirin binçavan. Li Mêrdînê jî heta niha 15 kes hatine binçavkirin. 15’ê Tebaxê jî 11 kes hatibûn binçavkirin. Hate diyar kirin ku 11 kesên hatine destgîrkirin wê sibê sewqî Edliyeya Mêrdînê bikin. 15 kesên li Mêrdînê hatine binçavkirin navên wan weha ne: Îrfan Yakut, Yusuf Abukan, Abdulbari Akalan, Hatîp Oncu, Hamza Agirman, Abdulkadir Tapti, Faysal Taş, Endama Meclîsa Şaredariya Nisêbînê ya HDP’î Zeynep Sevluş û xwişka wê Ayşe Sevluş, Endamên HDP’ê Erhan Mutlu, Nezir Saraç, Salih Sarikaya, Abdullah Çalhan, Maşuk Ayaz û Bariş Belge.

Li Şirnexê 14 kes hatin binçavkirin

Li Şirnex û navçeyên Şirnexê jî di 15’ê Tebaxê de 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 9 kes hatibûn berdan û 2 kes jî hatin girtin. Li navçeya Hezex, Elkê û Navenda Şirnexe dîsa polîsan bi ser malan de girtin û 14 kesên din kirin binçavan. Kesên li Şirnexê binçavkirin navên wan wiha ne: Rêveberê HDP’ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç, Dindar Cîn û Salih Koluman, Yahya Îdîn, Mehmet Şaran, Cemîl Cin, Selahattin Ataman, Agît Çokdogan, Gul Elarslan, Selamet Zeyrek, Halîl Orcan, Haci Babat, Zeliha ya paşnavê wê nehat hînbûn hatin binçavkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN