Gelek nûner û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û Alawiyan li ber Qada Garê rastî astengiya polîsan hatin. Hate diyarkirin ku Wezîrê Karên Hundir ferman daye û meş qedexe kiriye. Polîsan. Kesên ku bona bîranînê civiyan li ber Otela Belli ya Mereşê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Giştî yê Federasyona Alawî Bektaşiyan Selahattîn Ozel, diyar kir ku niha li Gurgumê rewşa OHAL'ê heye. Piştî daxuyaniyê girse çû komeleya Çanda Alawiyan a Narliyê. Girseya ji 9 bajarên ji bo meşê dihatin Mereşê jî hatin astengkirin.
Di vê navberê de komkujiya Mereş û Roboskiyê li Dîlokê û li Ewropayê jî hate protestokirin. Li bajarê Almanya Mûnster û li paytextê Awûstûrya Viyana û bajarê Innsbruckê bi meşan kesên li Mereş û Roboskiyê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn.
MEREŞ/MÛNSTER / VIYANA