Festîvala şanoya kolanê ya navneteweyî ya Merîwanê ya 12’emîn bi beşdariya gelek şanogeran dest pê kir.
Li Rojhilatê Kurdistanê festîvala şanoya kolanê ya navneteweyî ya Merîwanê dest pê kir. Festîval îsal kete sala xwe ya 12’emîn û ji gelek welatên cîhanê gelek lîstikvan û derhêner tevlî festîvalê bûn.
Piştî axaftina destpêkê ya li Qada Îmam Şafî ya li Merîwanê, bi meşa li Qada Şanoyê festîval hate destpêkirin.
Ji Brezîlya, Spanya, Fransa, Azerbaycan, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 362 lîstikvan û derhêner beşdarî festîvalê bûne û gelek saziyên çapemeniyê yên navneteweyî jî festîvalê dişopînin. Festîval wê heta 14’ê Îlonê dewam bike.
Kuştina kolberan a bi destê rejîma Îranê jî mohra xwe li festîvalê xist. Şanogerên kuçeyan ên ji Karaj û Amolê hatin lîstikeke bi mijara kolberan nîşan dan. pêr jî lîstikên bi mijarên zarokên karker, nexweşiya AÎDS’ê, bi mijara sirûşt û dîn hatin lîstin. Li Meydana Şanoyê ya li qiraxa gola Zirêwarê bi van lîstikan dixemile.
MERÎWAN