Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Mêrsînê û Navenda Şewirmendiyê ya Ciwanan a girêdayî Şaredariya Akdenîzê bi hevkarî ji bo 2 mehan qursa zimanê kurdî dabûn despêkirin û qurs bidawî kirin. 20 kesên bi serkeftî dersa xwe xelaskirin bi merasîmekê belgeyên xwe girtin. Di merasîmê de tevî xwendekarên qursê gelek rêveberên BDP´ê jî amade bûn. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Mêrsînê Selahattîn Çam di merasîmê de axivî, bal kişand ser asîmîlasyon û êrîşên bi salane li ser zimanê kurdî didome û got ku di dîroka kurdan de ereb, tirk, fars û gelek zimanên din neçar hiştine ku kurd bi zimanê xwe bi axivin. Çam, anî ziman ku kurd ji ziman û çanda xwe dûr ketine û wiha got: "Pêwîste em li zimanê xwe xwedî derbikevin û biparêzin. Di her qadên jiyanê de me bi kurdî axivin. Lazim e em di vî warî de li saziyên xwe xwedî derkevin."
Banga xwedîderketina kurdî
Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk jî diyar kir ku gelê kurd encax bi zimanê xwe dikare bibe hebûn û xwe biparêze û xwest kurd li her qadên jiyanê li zimanê xwe xwedî derkevin.
Li ser navê xwendekaran Tuncer Akgun jî got, ""Zimanê me hebûn, rûmet û çanda me ye. Pergal bi salan ji bo zimanê kurdî, dîrok û çanda kurdan têk biçe û winda bibe êrîşên mezin kir, heta axaftina zimanê kurdî jî qedexekirin. Lê belê nekaribûn kurdan û zimanê kurdan tune bikin."
Piştî axaftinan 20 xwendekarên ku bi awayekî serkeftî qursa xwe xelas kirin belgeyên xwe girtin.
DÎHA/MÊRSÎN