Li Mexmûrê 3 kes şehîd bûn
Dewleta Tirk a dagirker îro bi balafiran êrişî Mexmûrê kir. Kampa Mexmûrê 9 meh in dor lê girtiye. Li gorî agahiyên Meclîsa Gel a Mexmûrê, di bombebaranê de 3 kes şehîd bûn. Hat zanîn ku hersê şehîd jî jin in. Birîndar jî hene û hat ragihandin, rewşa hin birîndaran giran e. Çavkaniyên li herêmê radigihînin ku balafirên bê mirov ên bi sîleh saet di 13:10 de êriş kirine. Heyeteke Iraqê jî piştî bombardûmanê çû kampê û lêkolîn kir. Heyetê encama bombardûmanê nivîsî û serdana birîndaran kir. Heyet bêyî ku daxuyaniyê bide ji kampê veqetiya. Hêjayî bi bîr xistinê ye, Artêşa tirk a dagirker sala 2017-18-19 êrişî kampê kir. Di van bombardumanan de 10 kes şehîd bûne.
Artêşa Tirk dîsa îro destê sibê bi balafiran, herêmên li dora gundên Zînê û Wertê yên Qendîlê jî bombardûman kirin. Jixwe ev çend roj in, em agahiyan didin ku PDK pêşmergeyan û sîlehên giran li van herêman bi cih dike.
Rayedarên KCKê jî hişyar kiribûn ku rewş bi vî awayî dewam bike, heye ku şerek di navbera hêzên li herêmê de biqewime. NAVENDA NÛÇEYAN