Viyan Soran, (Leyla Walî Hisên) ku di sala 2006’an 2’ê Sibatê de bi hatina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê de bi nerazibuyinek çalakiya xwe fedakirinê lidar xistibû, duh di 11’mîn salvegera şehadeta xwe de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê sedan kesî ve li Saziya Malbatê Şehîdan hat bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de nameya Viyan Soran a ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandibû hat xwedin ku di nameyê de wiha tê gotin; “Serokê min bi rasthatina komploya navnetewî a li hemberî we ez weke jina Kurd nikarim rakim û xwe di aliyê kêm hevaltiyê de berpirsyar dibînim. Ji ber vê jî ez vê çalakiyê lidar dixim.”
Piştî xwendina nameya Viyan Soran, Endama Koordinasyona Rêveberiya Meclîsa ÎŞTAR a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Cihan Çiya jî di derbarê jiyana Viyan Soran de axivî û got: “Viyan Soran di dema herî girîng de di sala 1996’an de tevlî Tekoşîna Azadiyê bû. Bivî awayî Viyan Soran pêşî xwesteka tekoşîna azadiyê ya Başûrê Kurdistanê vekir. Viyan Soran di Başûrê Kurdistanê de bû mînaka Tekoşîna Azadiyê û bi saya Şehîd Viyan bi sedan ciwanên Başurî herikîn qada azadiyê.”
MEXMÛR