Pişti zarokan karneyên xwe wergirtin, dibistan ketin betlaneya demsala havînê. Zarokên biçûk bi cilên xwe yên Kurdî û di destê her yek ji wan de ji bo bidin mamosteyên xwe diyariyek, bi dayikên xwe re li dibistanê amade bûn. Merasîm bi deqîqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistan dest pê kir. Di merasîmê de dayikan jî zarokên xwe tenê nehiştin û bûn hevparê coşa wan. 

DÎHA/MEXMÛR