Fermandariya HPG’ê ya Mexmûrê piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), daxuyaniyek weşand û agahî da.
Di daxuyaniya fermandariyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ’ê hewl dan doh saet di 06:00 de êrîşî wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bikin û hat gotin, “Gerîlayên me û hêzên parastinê yên wargehê zû bi vê êrîşê hesiyan û dest li hewldana êrîşê werdan. Bi destwerdanê re şer derket.”
Bombeya xwe li ser teqand
Fermandariyê diyar kir, di vî şerî de çeteyekî bombeya li ser xwe teqand û çeteyê din jî ji aliyê hêzên parastinê û gerîlayan ve hat kuştin.
Di dewama daxuyaniya Fermandariya HPG’ê ya Mexmûrê de hat ragihandin, di şer de gerîlayekî wan û welatiyekî wargehê yê bi navê Mehmet Arîf ê ji Bazîdê jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha Fermandariyê da zanîn, ku ewlekariya giştî ya wargehê di bin kontrola wan de ye û li hemberî her şêwe êrîşan ew ê gelê xwe biparêzin.
MEXMÛR