Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 3'emîn Konferansa Komelên Ciwan ên Mexmûrê bi beşdariya 200 delegeyan pêk hat. Konferansê bi deqiqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane li salona Meclisa Ciwanan dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê endamê Komalên Ciwan Serhed Denîz ve hat kirin. Denîz, di axaftina xwe de diyar ku 3'emîn Konferansa Komalên Ciwan ên Mexmûrê, li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevahî ciwanên kurd pîroz dike û wiha got: "Divê em hemû ciwan li tevger û doza xwe xwedî derkevin. Divê ciwan bibin mînaka konfederalîzma demokratîk û civakek azad. Ji bo ciwan karibin bi awayekî azad bijîn divê têkoşinê bilind bikin." Denîz di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hevî dike ku ev konferans bibe konferansa aştî, azadî û serkeftina gelê kurd.
Di konferansê de sînevizyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat nîşandan û peyama KCK'ê hat xwendin. Pişt re diwana ku ji 5 kesan pêk tê hat hilbijartin. Pişt re rojev hat diyarkirin û perspektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ya Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan hat xwendin. Herî dawî Rapora 2 salan a Komalên Ciwan hate xwendin. Konferans dê 2 rojan berdewam bike.
MEXMÛR