Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel Yusuf Kara ve hat kirin. Kara ku bi xêrhatina tevayî delegeyan dest bi axaftina xwe kir, destnîşan kir ku di demeke pir girîng de konferansa xwe li dar xistine û got: “Îro 20’emîn salvegera wefata Dayîk Uweyşe. Bi vê boneyê em Dayîka Uweyş jidil û can bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wê ditewînin. Cihekî gelekî taybet yê Dayîka Uweyş di têkoşîna me de heye. Konferansa me jî ku di rojeke wisan de tê lidarxistin ji bo me rûmete.”
Yusuf Kara di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku, di merheleyeke pir girîng re derbaz dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê merheleyê de pêwîste em bi her awayî xwedî li Rêber û Tevgera Azadiyê derkevin. Di encama vê konferansê de bi nîqaş û nirxandinên werin kirin û bi biryarên werin girtin em dê xwe li ser esasê paradîgma û sîstema ku Rêber Apo nîşanî me daye pêş bixin.”
Piştî axaftina Yusuf Kara dîwan hat hilbijartin û Rapora Polîtîk a ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat hate xwendin.
Konferans, bi xwendina peyama KCK’ê raporên xebat û faaliyetan berdewam kir.
MEXMÛR