Ji bo pîrozkirina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem(Mexmûr) her sal di 4’ê Nîsanê mîhrîcan tên lidarxistin. Mîhrîcan bi beşdarbûna xwendekeran ji aliyê mamosteyan ve tê amadekirin. Weke her sal îsal jî xwendekar ji bo pêşengeh û pêşbirkên cûr bi cûr yên 4’ê Nîsanê gihaştin hev. 
Mihrîcanê bi pêşbirkên zanistê ya di navbera dibistanan de dest pê kir. Di pêşbirkê de Dibistana Seratayî ya Şehîd Nurî Dêrsîmî yekemîn derket û Dibistana Şehîd Salîh Kendal bû dûyemîn û Dibistana Şehîd
Mehmet Karasungur jî bû sêyemîn. Mihrîcan bi pêşbirêkên cur bi cur di rojên pêş de jî dewam bike.  Ji Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Sedîq Benek der barê mîhrîcanê de axivî û anî ziman ku di destpêka mîhrîcanê de wê pêşbirkên rengîn lidarbixin û di 3´ê Nîsanê de jî wê mîhrîcan bi tevlîbûna girseyê bi awayekî fermî dest pê bike. Benek der barê mîhrîcanê de ev agahî dan:  “Armanca me ya Mîhrîsana 4’ê Nîsanê eve ku em li wargehê çandekê di aliyê pêşbirkên çandî, werzîşî, zanistî, wêjeyî û beşên cuda de pêş bixin û bikin weke çandekê. Beşa helbest û wêneyan bi dawî bûne niha pileyên wan têne diyarkirin, her wiha pêşbirkên me yên futbol, voleybol, pînpon û satrancê, ango beşên werzîşî hemû bi dawî bûne. Tenê mane govend û stran. Ew jî wê li ser dikê bên kirin. Hemû amadekarî bi dawî bûne em li benda 3’ê mehê ne. "

DÎHA/MEXMÛR