Hemû jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem serê sibehê li ber deriyê şaredariyê kom bûn û bi cilên xwe yên Kurdî heya ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan. Paşê jî tevahî jinên tevlî meşê bibûn berê xwe dan Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê û li wir kom bûn. Piştî ji bo tevahî cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa gel a Demokratîk a Wargehê û berdevka Meclîsa Îştar Selamet Erdogan axaftinek kir. Erdogan di axaftina xwe wiha got: “Ez vê rojê bi taybet li we pîroz dikim. Jinên Kurd her li pey doza xwe ne. Her jinek Kurd bi têkoşîna xwe ya pîroz bingeha vê rojê ye. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya jinan dikin da ku li derdora Rêber Apo bibin yek û têkoşina azadiyê bilind bikin. Em ê bi çalakiyên xwe yên azadiyê diyar û bilind bikin. Jin di vê têkoşînê de xwedî roleke sereke ye.”
Di heman demê de Peyama ku ji aliyê Partiya Azadiya Jin a Kurdistan (PAJK)’ê ve hatibûn weşandin hate xwendin. Di daxuyaniya PAJK’ê wiha hate gotin: “Em weke gerîllayên heqîqet û evînê yên çiyayên Kurdistanê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li Rêber Apo, li rêhevalên di girtîgehan de ku mirin di mirinê de bi dawî kirine û ji bo jiyana jiyana azad xwe feda kirine, di heman demê de li tevahiya dayikên me û jinên bi şeref û ku wateya jinê bi têkoşîna azadiyê didin meşandin pîroz dikin. Li ser vê esasê em hemû çalakiyên berxwedanê yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewrûpa silav dikin. Ev dîrok ji bo bîranina 129 jinên karker ku ji bo mafên xwe hatine qetilkirin, tê pêşwazîkirin. Jinan li her deverê û di her demê de berdêl dan. Bi qasî ku ev ji bo jinên cîhanê rastiyeke ji bo jinên Kurd jî rastiyeke pir mezin e. Li ser vê esasê careke din em roja berxwedanê li tevahiya jinan pîroz dikin. Bi biryara kûrkirin û bilindkirina têkoşîna azadiyê we hemûyan silav dikin.” Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmayên “Bijî Serok Apo “, “Jin Jiyan Azadî” , “Em Jinên Kurdistan bi te re Ocalan” berz kirin.
MEXMÛR