Bi pêşengtiya TCM û YXA’yê li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi beşdarbûna sedan welatiyî, pêr bi merasîmekê Pirtûkxaneya Şehîd Reşît Serdar hat vekirin. Qurdêle ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Asya Turan, li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştarê Nesrîn Kanat ve hat birîn.
Li ser navê YXA û TCM’ê Bêwar Ûnver axivî û di axaftina xwe de da diyar kir ku, li ser pêşniyaz û daxwaza YXA pirtûkxane hat damezirandin û wiha domand: “Di aliyê pêşxistina zanîstî, çand û erdnîgariya Kurdistanê de xwendin ji bo gelê Mexmûr û ciwanên wê pêwîstiyeke mîna nan û avê ye. Ji bo wê jî em di wê baweriyê de ne ku ev pirtûkxane wê sûdeke gelek mezin bide gelê wargehê û hezkiriyên xwendinê.”
‘Girîngiyê bidin xwendinê’
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Asya Turan bi nasnav Yadê Asya jî axîvî û Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar li gelê Mexmûrê û hemû hezkiriyên xwendinê pîroz kir û bang li ciwanên Mexmûrê kir da ku hîn zêdetir girîngiyê bidin xwendina pirtûkan.
Piştî axaftinan qurdêle ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Asya Turan û li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştarê Nesrîn Kanat ve hat birîn.
MEXMÛR