Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ( Mexmûr) 5 şehîdên PKK’ê ku di encama êrîşên hewayî yên balafirên şer ên dewleta Tirk de di Newroza îsal de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 5 şehîdên PKK’ê Alî Aktaş bi nasnav Sînanê Sor, Emrûllah Dûrsûn bi nasnav Serhat Amanos, Mîkaîl Ozdemîr bi nasnav Navdar Sinegir, Vehîp Tekîn bi nasnav Serhat Şafak û Celal Ozturk bi nasnav Şiyar Faraşîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di 21’ê Adara 2019’an de ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bibûn, bi merasîmeke girseyî hatin bibîranîn.
Li pey şopa van şehîdan bimeşe
Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hisên Kara axivî û got: “PKK wê bi fikir û ramanê xwe dawî li dagirkerî û nokeriya Tirk bîne. Ev wargeh wê heya dilopa xwîna xwe ya dawî li pey şopa van şehîdan bimeşe. Hêvî û daxwaziyên şehîdan çibe, daxwazên vî gelî jî ew e. Em li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê sersaxiyê ji bo malbatê şehîdan dixwazîn û dibêjin bila serê Rêber Apo, gelê Kurd û serê hevalên wan saxbe.”
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.
Ji bo 5 şehîdên PKK’ê wê li Saziya Malbatên Şehîdan sersaxî werin qebûl kirin.
ROJNEWS/MEXMÛR