Dibistanê roja 10’ê Cotmehê li her çar dibistanên wargehê ji mebesta sala nû ya perwerdeyê merasîm hatin organîzekirin. Tevî xwendekarên biçûk, mamoste û malbatên xwendekarên biçûk di merasîmên destpêkirina perwerdeya saa 2012-2013’an de amade bûn. Merasimê ji bo kesên di têkoşîna aştî, demokrasi û azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Mamostayên zarokan ji bo wateya rojê û girîngiya perwerdeyê axaftin kirin. Li Dibistana Dayikê ya Şehîd Nûjîn Mamoste Medya Mardîn axif û wiha got, “Ji bo zarokan dibistanên dayikê xwedî girîngiyekê ne. Ji ber zarokên di dibistanên dayikê de dixwînin di temenê ku ji bo dahatûyê kesayeteke kamil bi dest bixin de ne. Mamoste Medya Mardîn axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di vê roja pîroz de ku fermandar û qehremanên me Heval Rustem, Heval Çîçek û Heval Elîşêr gihîştina şehadetê û di salvegera şehadeta wan de li ser bingeha xwedîderketina li şehîdên xwe em ê dest bi sala nû ya perwerdeyê bikin. Divê em di zanebûna wê de bin û li gorî wê tevbigerin. ”
Li Dibistana Dayikê ya Şehîd Mizgîn jî Mamoste Jiyan Tekîn ji bo zarok û dayikên zarokan axaftinek kir. Tekîn wiha got, “Girîngiya dibistanên dayikê ji bo me di asta herî bilind de ne. Tevayî mamostayên me jî li gorî vê tevdigerin. Perwerdekirina zarokan nekarekî ji rêzê ye. Eger zarok ji dibistanên dayikê dest bi perwerdeyê bikin wê ji bo demên pêş gelekî bi feyde be.”
Li Dibistana Dayikê ya Şehîd Kamuran Mamoste Hurriyet Bîlen der barê rola malbatan ji bo perwerdekirina zarokan axifî û got, “Divê tevayî zarok di demê xwe de werin dibistanê. Ji bo zarokan paqijî xaleke sereke ye û jiyanî ye. Dayik û bav divê ji her alî ve xwedî li erkên mezinkirin û perwerdekirina zarokên xwe derkevin û di wê zanebûne de bin.”


Piştî axaftinanan
Di dawiyê de mamostayên hemu dibistanan li ser paqijiya zarokan wiha axivin “ pêwiste hemû malbat zarokên xwe despêkê , cil u bergên wan, porê wan, destê wan, neynukên wan bi awayekî paqijkirî rêkin dibistanê.”

DÎHA/MEXMÛR