Di semînerê de Endama Akademiya Ferhat Kurtay, Hulya Bîlen axivî.

Bîlen bal kişande ser şideta li hember jinê û wiha axifî; “Em ne tenê di salvegera wê de vê rojê tenê têkoşîn dikin, divê em her roj bikin roja 25’ê Mijdarê. Îro zilamên desthilatdar îrade û mafê jinê ya xwedavend ji destê wê girtiye. Jin li her aliyê cîhanê rastî îşkence û kuştinê tên. Bi taybet di roja me ya îro de jin rastî tûndiya bavê xwe, hevserê xwe, birayê xwe û zihniyeta xerab a zilamê desthilatdar tên. Di heman demê de bi taybet jinên Kurd îro rastî tundiya dewleta faşîst a Tirk tên. Ji ber ku jinên Kurd li hember dewleta faşîst, zihniyeta zilamsalarî hem di aliyê leşkerî de hem jî di aliyê rêxistinî de têkoşînek bê hempa didin meşandin. Ji ber vê yekê jinên ku li ber xwe didin rastî êrîşa hêzên desthilatdar tên.”

Jina azad, Kurdistana azad e

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê  li nahiya Dibs a Kerkûkê, RJAK’ê semînerek lidar xist. Mêr jî tevlî semînerê bûn. Semîner li pirtûkxaneya giştî ya Dibsê pêk hat. Endamên RJAK’ê Nazenîn Mihemed û Elfiye Îbrahîm li semînerê axivîn û qala pirsgirêkên rêxistinî yên jinê û rê û rêbazên avakirina jiyana civakî kirin. Berpirsyara RJAK’ê ya Dibsê Elfiye Îbrahîm got, “Ez şîdeta li dijî jinê şermezar dikim. Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe. Heta ku jin azad nebe, Kurdistan azad nabe. 



 MEXMÛR / KERKÛK