Xebatên Navenda Çan dû Hunerê ya TEV-ÇAND'ê her hefte berdewam dikin. Li ser xebatên muzîkê mamosteya muzîkê û endama Navenda Çand û Hunerê Bermal Çem nerînên xwe anîn ziman. Mamosteya Muzîkê Bermal Çem diyar kir ku girîngiya xebaten çand û hunerê ji bo dahatûya zarokan pir pêwîst dibînin û lewma li ser vê xebatê pir hessas disekinin. Bermal Çem axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em di gelek beşan de xebatên çand û hunerê didin meşandin. Em her hefte ji bo zarokan bernameyan amade dikin. Zarokên ku têne perwerdekirin berhemên xwe pêşkêşî zarokan dikin û ev jî dibe sedema coş û kêfxweşiyeke mezin. Her hefte cuda cuda bername têne amadekirin û pêşkêşkirin. Mînak: hefteyekê lîstikên şano, hefteyekê muzîk, hefteyekê skêç û hin hefteyan fîlm têne pêşkêşkirin."
'Armanca me pêşxistina eleqeta zarokan ji bo çand û hunerê ye."

'Em hurmet û hezkirinê pêş dixin'
Bermal Çem, armanca pêşkêşkirina van berhemên çand û hunerê jî wiha got: "Armance me ev e ku di aliyê çand û hunera xwe de em dixwazin eleqeta zarokan pêş bixin. Çand û hunera Kurdî bi zarokan bidin naskirin da ku di wan de zanebûna çand û hunerê çêbibe. Ango ji bo bi çand û hunera xwe mezin bibin. Ev ji bo pêşketina çand û hunera Kurdî xaleke esasî ye. Dibe ku niha bi awayekî amator kar tê meşandin; lê divê mirov vê hêsan nebîne. Zarok tên gel hev. Berhemên xwe bi hev re parve dikin. Ew jî naskirin, rêz, hurmet û hezkirinekê pêş dixe. Ji bo zarokan tenê lîstikên kolanan têr nake. Pewîst e, xebatên hunerî û çandî jî em bi wan bidin fêrkirin. Ev xebatên me her çi qasî nû hatibin destpêkirin jî ji niha ve bandor û tesîreke mezin afirandiye. Û her diçe eleqeta zarokan jî pêş dikeve. Zarokên wargehê li ser van xebatan baldar in û bi xwestekeke mezin dixwazin di van xebatan de cih bigirin. Me vê hefteyê koma koroyê derxist ser dikê û berhemên xwe pêşkêşkirin."

'Em dixwazin koroyeke mezin ava bikin'
Bermal Çem da diyarkirin ku armanca wan koroyeke mezin ava bikin û wiha domand: "Ji bo demên pêş em van komên koroyan amade dikin. Van amadekariyan em dikarin wek bingehekê bigirin dest. Em dixwazin koroyeke mezin ava bikin. Hedef û armancên me yên bingehîn li ser vî esasî ne. Em niha komên ku hejmara wan ne zêde perwerde dikin. Em ê paşê van koman bînin gel hev. Em van koman bi stranên gelêrî perwerde dikin. Niha şert û merc dest nadin ku em komên hejmara wan zêde perwerde bikin. Di rewşa heyî de her komeke me ji 20 kesan pêk tê."
Mamoste Bermal Çem, ji bo perwerdeya zarokan û di beşdariya wan de da xuyakirin ku ew temen esas nagirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tu pîvanekî me yê ji bo tevlîbûna koman a temen nîn e. Ji ber ku hezkirina stranan mirov di hundirê xwe de dijî. Lewma temen zêde ne girîng e. Zarokek 5 salî jî û zarokekî 17 salî jî dema ku wan hestan di hundirê xwe de hîs dike û dijî jixwe berhem an jî strana ku dibêje, bandor û tesîreke bêhempa dide diyarkirin."


'Ji bo çanda me wenda nebe…'
Bermal Çem diyar kir ku pêvajoya ku têde ne di her alî de hessas e û di aliyê çand û hunera Kurdî de jî dewletên dagirker ji bo asîmîlasyona Kurdî rêbazên pir cuda bi kar tînin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Çanda me ya gelêrî hêdî hêdî wenda dibe. Li wargehê nifşek heye ku dengbêj in. Ez carinan difikirim; piştî vî nifşî ma wê dengbêjî dîsa xwe berdewam bike? Ango ew derfet û mecal wê dest bidin û bingeheke wer tê amadekirin? Bêguman di vê mijarê de em xwe berpirsiyar bibînin. Ji ber parastina çand û hunera xwe divê em yek ji wezîfe û erkên xwe yên pîroz û bilind bibînin. Lewma me got, bila zarok ji kilamên gelêrî hez bikin. Çîrok û destanên xwe yên dîrokî zanibin. Lewma divê fêrî stran, dîrok, çîrok û destanên xwe bibin da ku bi çand û hunera xwe re mezin bibin û ji nifşên piştî xwe re jî veguhezînin. Dema mirov di zarokatiya xwe de fêrî tiştan dibe qet ji bîra mirov naçe."
Mamoste Bermal Çem di dema perwerdekirinê de behsa diyalogên xwe yên bi zarokên re dike û dibêje: "Dema em wan zarokan tînin gel hev û em behsa stranên gelêrî dikin. Pirsên balkêş û pir xweş derdikevin holê, mînak; zarokekî heft salî dibêje: 'Mamoste, ma stranên gelêrî çi ne?' Em jî dibêjin, 'Stranên gelêrî, stran û kilamên gelan in. Girêdayî dîrok, jiyan çand û hunera me ne.' Her wiha dema di stranekê de peyva 'zozan' derbas dibe, zarokek dibeje, 'Zozan çi ye?' Wê demê em çanda zozanan tînin ser ziman. Ew diyalog bi xwe jî xusûsên perwerdeyê ne. Di heman demê de li ser mijar û naveroka stran û kilaman jî ku têde êş, jan, xemgînî; coş, kêfxweşî û hwd. mijar hebin pirs dikin û dixwazin fêr bibin. Em jî bersiva pirsên wan didin. Ev pirs û bersiv di zarokan de dibe çavkaniya lêgerîn û fêmkirinê û di heman demê ev xal di hişê wan de xwe bi cih dikin."

'Zarok stranan hîs dikin'
Herî dawî Mamoste Bermal Çem, coş, hîs û kêfxweşiya zarokan a dema ku stranan dibêjin jî wiha anî ziman: "Dema zarok stranan dibêjin, hestên stranê dijîn. Di hereket, awir, mîmîk û gotina wan de mirov dikare bi hêsanî wê bibîne. Em bi vê gelekî kêfxweş dibin. Dema ku em stranên gelêrî bi zarokan didin fêrkirin di aliyê wijdanî de jî em rehet dibin. Em di kilam û stranên xwe de herêmeke Kurdistan esas nagirin em bi giştî herêmên Kurdistan esas digirin."


RÛŞEN BÎNÎCÎ / DÎHA/MEXMÛR