MED-DER xwe ji stûnên karê Platforma Zimanê Kurdî dihesibîne û hevserokên wê didin zanîn ku ew ê di çarçoveya xebatîn ji bo zimanê Kurdî de nexasim jî li warê civakî bi erka xwe rabe, tax bi tax û mal bi mal bigere, dersên Kurdî bide û hestyar bike.

 

DENÎZ ÎKE / AMED

Hevserokên Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED-DER) Mîne Karakaş û Mehmet Esen diyar dikin ku komxebata Platforama Ziman xebatek dîrokî ye û ev kar ji bo bipêşvebirin û fermîkirina Zimanê Kurdî ye.

Platforma Zimanê Kurdî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Însanî (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêk tê. Platform, ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê 3 komên xebatê ava kirin. Kom wê raya giştî hişyar bike, daxwazên xwe ragihîne hikumetê û li gorî peymanên navneteweyî jî kar bike.

Hevserokên Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED-DER) Mîne Karakaş û Mehmet Esen der barê rol û mîsyona MED-DER’ê di nava Platforama Zimanê Kurdî de axivîn.

Ji stûnên paltformê ye

Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş da zanîn ku di vê platformê de yek ji stûnên navmalê MED-DER e û wiha axivî: ”Em ê bi hevre metirsiyên li pêşiya Zimanê Kurdî ji holê rakin. Di vî karî de rola MED-DER’ê gelek girîng e. Bi navê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman di her aliyê vî karî de em ê cih bigirin. Em ê li tax û kuçeyan bigerin û ji bo perwerdeyê bixebitin. Gelekî bê ziman di heman demê de bê nasname û bê çand e. Ji ber vê yekê, di nava platformê de rola MED-DER’ê gelekî girîng e û stûna navmalê ya platformê ye.”

Statuya fermî ji bo Kurdî

Karakaş destnîşan kir ku hemû xebatên wan li ser ziman in û got: ”Berê KURDÎ-DER hebû. Lê piştî ku ew hat girtin, berpirsyariya hemû xebatan li ser me ma. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku zimanê me bibe xwedî statuya fermî. Em tiştekî ji gelê Kurd dixwazin, bila bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û biaxivin.”

Em ê bi rola xwe rabin

Hevserok Mehmet Esen jî bal kişand ser girîngiya Platforma Zimanê Kurdî û got: ”Bi navê MED-DER´ê tişta bikeve ser milê me, em amade ne bikin. Di warê kursan, li meydanan û di nava gel de em ji bo hemû xebatên ziman amade ne û di vê serdemê de em ê bi rola xwe rabin û bibin pareçeyek ji vê xebata pîroz. Em bi mamoste û xwendekarên xwe ji bo vê pêvajoyê amade ne. Em dikarin li nava tax, navçe û bajaran bigerin û kursên ziman vekin.”

Karê ji bo ziman pîroz e

Esen îşaret bi xisleta neteweyî ya ya zimanî kir û got, ”Dewlet bi salan e li hemberî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne û niha bi destê AKP/MHP’ê ev polîtîka hem tên kûrkirin û hem jî bi rengekî nû dewam dikin. Di çarçoveya polîtîkayên bişaftinê de bi salan e Zimanê Kurdî qedexe kirin, bi salan e li seranserê dinyayê Kurd ji bo ku ziman û hebûna xwe biparêzin têdikoşin. Ji ber vê yekê ev kar pîroz e. Divê ti partî li berjewendiyên xwe nefikire, û bê dudilî ji bo ziman li meydana berxwedanê be. Ziman zimanê civakê ye û divê li her derê bi Kurdî biaxivin.”