Di salvegera destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Efrînê, li Viyana, Berlîn û Hannoverê çalakî hatin lidarxistin û dagirkerî hat şermezarkirin.

Di çalakiya li paytexta Awusturyayê Viyanayê de Kurdistanî li Westbahnhof, Cristan Brado Platzê hatin cem hev, alên YPG, YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Nûnerê PYD’ê yê Viyanayê, Agirî Kobanê li qada çalakiyê axivî û diyar kir, heta ku dagirkeriya Tirk ji Efrînê bê rakirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Em çeteyan naxwazin

Girse piştre bi gotina dirûşma “Bijî Efrîn”, “Bijî Rojava” ber bi Museumquartierê ve meşiya. Li mîtînga li wê derê, Sekreterê Gitşî yê Înîsiyatîfa Sendîkavanên Komunîst, Gerhard Mack axivî. Mack dagirkirina Efrînê şermezar kir û diyar kir ku ew bi têkoşîna gelê Kurd re ne.

Bi heman armancê li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî tevî nûnerên gelek rêxistin û saziyên Kurd, Tirkiyeyî, Elman û gelên cuda, ji Hermanplatzê meşiyan.

Pankartên li ser wan nivîsandî “Parastina Efrînê parastina jiyanê ye”, “Em Tirk û çeteyên wan li welatê xwe naxwazin” hatin hilgirtin.

Meşê heta Kreuzberg Oranienplatzê dewam kir û bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû.

Em dest ji Efrînê bernadin

Li bajarê Elmanyayê Hannoverê jî endamê PYD’ê yê Hannoverê Bavê Emer, Hevserokê NCDK’ê yê Hannoverê Ciwan Çewlig, Yilmaz Kaba û endama TJK-E’yê Devrîm Alp li meydana çalakiyê axivîn. Piştre girse ber bi meydana mîtîngê ve meşiya. Di çalakiyê de peyama, “gelê Kurd wê ti carî dest ji Efrînê bernede” hat dayîn û bal hat kişandinî ser tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN